Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ji ber Rojava cezayê hucreyê li 54 girtiyan hat birîn

Der barê 54 girtiyên li Girtîgeha Şakranê bi boneya daxwaznameya rawestandina operasyona li dijî Rojava dane Wezareta Dadê lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin û 11 roj cezayê hucreyê li girtiyan hat birîn

Li Girtîgeha Şakranê ya li navçeya Alîagaya Îzmîrê 54 girtiyan ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava bê rawestandin di 14’ê cotmehê de daxwazname ji Wezareta Dadê re şandin. Girtiyan di daxwaznameya xwe de bal kişandine ser êrîşan û ji bo çareseriyê jî pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan dane. Girtiyan di daxwaznameyê de êrîşan şermezar kirine û xwestine demildest dawî lê bê anîn.

Miduriyeta Saziya Înfazê ya Girtîgeha Jimara 3’yan a Tîpa T a Îzmîrê daxwaznameya girtiyan hincet nîşan daye û derbarê girtiyan de bi angaşta ‘propaganda rêxistinê kirine’ lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin. Midurê girtîgehê cezayê hucreyê yê 11 rojan li girtiyan birî û di 24’ê cotmehê de ceza erê kiriye.

Navê girtiyên hatine cezakirin wiha ne: Huseyîn Tunç, Alî Ozmen, Sancar Tunca, Haci Alî Başturk, Mehmet Okur, Îrfan Ogur, Mîkaîl Çagirici, Ugur Ataman, Mîsbah Kaya, Mesut Erkek, Erdogan Uçar, Îsmaîl Genç, Mehmet Suat Gurbuz, Abdurrahîm Çetînkaya, Abdulhakîm Işik, Hasîp Gun, Ozgur Guçlu, Mahmut Yildiz, Niyazî Budak, Ozkan Yaşar, Mehmet Nîmet Yilmaz, Îslam Tuner, Omer Yayla, Nazmî Tunç, Orhan Sakcî, Selamettîn Yilmaz, Huseyin Cig, Abdullah Înan, Abdurraman Yildirim, Çeçan Topçu, Omer Akyol, Selahattîn Elma, Nadîr Şîn, Murat Duruk, Îbrahîm Halîl Kaya, Îbrahîm Halîl Budak, Mehmet Şîrîn Gumuş, Murat Aydin, Bîlen Aytîmur, Sadik Erdem, Nurullah Koç, Rasîm Gulçin, Abdullah Aksu, Şehmus Yuksel, Mehmet Şavur, Îhsan Balkaş, Faîk Kimiş, Arslan Engîn, Fettah Yildirim, Îdrîs Çalişkan, Cengîz Eker, Mehmet Şîrîn Tekmenuray, Muhammet Kizilay û Mehmet Halîs Vural. ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar