PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Li Eyn Îsayê şerekê dijwar heye: Tangek hate rûxandin

Şervanên HSD’ê bersivên tund didin êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Eyn Îsayê. Li gelek eniyan şer didome û tangeke çeteyan hate rûxandin

Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê ji bo qutkirina rêya di navbera Kobanê û Eyn Îsayê de ku rêya navneteweyî ye, ji 3 aliyan ve bi çekên giran êrîşî gundên Dibis û Xirbet Kerma yên navçeya Eyn Îsayê kirin. Li ser vê yekê şervanên HSD’ê jî bersivên tund dan êrîşan.

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de hewl didin depoya genim a gundê Şergirakê ya li ser rêya navdewletî kontrol bikin. Şervanên HSD’ê jî bersivên tund didin hêzên dagirker. Hat zanîn ku êrîşa dagirkeran li vî gundî hatin şikandin. Hat ragihandin ku di şer de gelek çete hatin kuştin û yên din jî reviyan.

Her wiha li derdora gundê Mesûdiyê jî şerekî giran heye. Li vê herêmê şervanan tankeke dagirkeran teqandin. Tê gotin ku kuşt û birîndarên dagirkeran hene.

Depoya çeteyan hate teqandin

Şevê din balafirên ne diyar li dijî baregeheke çeteyên artêşa dagirker a li derdorê gundê Koremazî yê bakurê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bombebaran pêk anî. Li gorî agahiyan, di encamê de depoyeke çekan a çeteyan hate teqandin. GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar