HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi operasyoneke taybet serçeteyê bi navê Îsmaîl Zaîm girtin. Zaîm birayê serçete Mihemed Zaîm e ku êrîşî cenazeyê şervana YPJ’ê şehîd Amara Rênas kiribû
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku yekîneyên wan ên ewlekariyê bi operasyoneke taybet serçeteyê bi navê Îsmaîl Zaîm ku birayê serçeteyê êrîşî cenazeyê şervana YPJ’ê şehîd Amara Rênas kiribû, girtine.
Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:
“Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên ser bi wê ve, li gel êrîşên dagirkeriyê yên li ser bakurê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê, bi armanca avakirina gengeşî û aloziyê di nav gel de şaneyên xwe yên veşartî dixin tevgerê û plansaziyên êrîşan dikin. Yekîneyên me yên ewlekariyê, ev demekê dirêj e kesên ku li hemberî gel û hêzên me yên leşkerî plansaziya êrîşan dikirin şopandin.
Di vê çarçoveyê de hêzên me piştî şopandineke demdirêj, di 6’ê mijdarê de bi operasyoneke taybet serçeteyê bi navê Îsmaîl Zaîm girtin. Serçete, birayê serçeteyeke din ê bi navê Mihemed Zaîm e ku di nav êrîşan dagirkeriyê de bi awayeke çalak cîh digire. Mihemed Zaîm yek ji çeteyên ku êrîşî cenazeya şervana YPJ’ê şehîd Amara Rênas dikirin e. Hate tesbîtkirin ku serçeteyê niha di nav Ceyş El Îslam de tevdigere, bi birayê xwe re di nav pêwendiyê de bû da ku li hemberî fermandarên HSD’ê plansaziyên êrîşan pêk bînin.”