Tenê gelê kurd yekitiya neteweya xwe ji dil û can dixwaze. Ji bilî gelê me, tu dewlet yekitiya me naxwaze. Her wiha nabe dostên gelê kurd jî. Her dewlet, bi tenê ji bo berjewendê dewleta xwe têkilî û peywendiyan datîne. Gelek car ev gotin hatiye kirin, lê mixabin hîn jî ev rastî baş nehatiye naskirin. Lewma hîn hêvî û bendewarî ji hinek dewletan tên kirin, ev ji bingehîn ve şaş e, xelet e, divê em gelê xwe ji vê fikra çewt rizgar bikin.
Ji bilî dewletan, gelên cîhanê raya giştî ya cîhanê dikare bibe dilxwaz û dostên hev, her wiha dikare û divê bibe dost û dilxwazên gelê me jî. Em bala xwe bidin dîrokê, tu caran weke niha ev dostayî û piştgriya cîhane weke niha pêk nehatiye. Xwepêşandanên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê û 2’yê Mijrdarê Roja Rojava yê Cîhanê delîlên vê rastiyê bûn.
Li ser Rojava, bi giranî raya giştî ya cîhanê ku tê gotin wijdanê mirovatiya cîhanê, cara yekemîn e ku destekek wisa mezin nîşan dide. Ev bi serê xwe destkeftiyek mezin e û bi rûmet e. Divê ev were parastin û hîn bêhtir were berfirehkirin û bi hêzkirin.
Ger gazinc hebe, divê li partî û rêxistinên siyasî yên xwe pêşengên gelê me dibînin were kirin. Bê guman ên bi bingehîn baweriya xwe bi hêza gelê xwe neanîne û pişta xwe nespartine hêza gelê xwe, berovajî, baweriya xwe bêhtir bi hêzên biyanî (bi dewletan) ve anîne û her wiha pişta xwe spartine wan, nikarin bi xurtî ji bo yekitiya neteweyî bixebitin. Berî her tiştî ew dewletên pişta xwe spartinê, naxwazin yekitiya tevgerên neteweyî çêbibe.
Belê di vê qonaxa ku niha em ketinê de, bi her awayî ji qonaxên berê cuda ye. Di serî de hişmendiya gelê kurd gelekî pêşve ketiye. Lewma di aliyê tevgerbûnê de jî mezintir bûye. Ji ber ku êdî hêvî û baweriya wî ya bi xwe ji her wextê zêdetir bûye. Bi kurtayî mirov dikare bi hêsanî bêje, êdî gelê me tirsa ji dijmin şikandiye, wêrekiya xwe bilintir kiriye û gihiştiye asta îradeyek pir mezin ku êdî dijmin nikare vê vînê bişikîne.
Ev zanistî, hişmendî û vîna gelê me ewqas mezin bûye, êdî hem bandorê li ser hêzên siyasî yên kurdistanî dike û hem jî di astek hêja de xwe bi gelên cîhanê jî daye pênasekirin.
Lewma hema hema hêzên me yên siyasî hemû banga yekitiya neteweyî dikin. Di vê derbarê de, bi giştî Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriyeyê û bi taybetî HSD, hewldanên hêja kirin û hîn jî dikin. Hema hema mirov dikare bêje hemû hêzan jî bi erênî bersiva wan dan.
Li vir ez dixwazim li ser helwesta Nêçîrvan Berzanî çend gotinan bêjim. Ji ber ku bi giştî di şoreşa Kurdistanê de helwesta her du hêzên sereke yên PKK û PDK-I’ê pir giring in.
Axaftina Nêçirvan a roja sêşemê ya di Rûdawê de hate weşandin, gelek balkêş bû. Ji destpêkê heta nêzî dawiya axaftina wî gelek hêja bû. Lê mixabin di çend xulekê dawiyê de xera kir, wan gotinên xwe yên hêja û bi rûmet jî lewitand.
Got “qusûra me hêzên siyasî, em ji bo xerabiyan, hêzên derveyî xwe gunehbar dikin, belê em qet xwe bi qusûr nabînin û rexneyan li xwe nakin”. Ev gotinek ne xerab bû, heta maqûl bû, lê belê weke gotina xwe nemeşiya û rexne li xwe nekir. Lê belê berovajî gotina xwe, di ser xwe re gav kir û hema dîsa weke adeta xwe ya berê êrîşî PKK’ê kir. Got “sersebebê van pirsgrêkên li Rojava derketîne PKK’ê ye, gunehbar ew e” û hwd. Ji vêna xerabtir, dibe ku ev be, got “R.Erdogan jî heman tiştî dibêje …” û hwd.
Min di vê qonaxa ewqas girîng de, nedixwest qet yek gotinek neyînî li dijî yek kes an partiyê bi kar bînim. Lê ji neçarî ewqas, bê şîroveya berfireh, bawer dikim lome ji van gotinên min neyê kirin! Weke mirov bi kedek mezin xwarinek xweş û bi tam çêbike û di dawiyê de bi destê xwe kevçiyek madeyê xerab(hema bêjin zêde xwê)bixe navê û xwarinê bi herîmîne.
Lê dîsa jî hêvî dikim ku ne Nêçîr bi tenê, her kes di vê qonaxa giran de hem li gotinên xwe hişyar bin û hem ne bi gotinên baş tenê rawestin, belê bikeve nav kiryarên baş ên ji bo yekitiya neteweyî!