Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Xelkê Amedê: Yekitiya kurdan ji av, nan û xewê hewcetir e

Welatiyên Amedê diyar kirin ku di dema heyî de yekitiya kurdan ji nan, av û xewê hewcetir e û welatiyan bang li mezinên kurdan kirin ku li her çar parçeyên Kurdistanê yekitiya kurdan ava bikin

Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê yên li dijî rojavayê Kurdistanê re bangên ji bo avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd jî zêdetir bûn. di vê çarçoveyê de welatiyên Amedê de ji MA’yê re axivîn û diyar kirin ku heta kurd nebin yek dê herin yek bi yek.

Ji welatiyan Mahmut Karsu (32) got ku heta hemû kurd nebin yek dê hebûna wan her tim di xetereyê de be û wiha dom kir: “Li dijî êrîşên ser Rojava divê hemû kurd rabin ser pêyan. Heta kurd nebin yek Kurdistan jî nabe yek. Îro çar parçe ye. Çima em nakin yek parçe? Ez bang li kurdên li Bakur dikim ku mîna ji bo Kobanê niha jî dakevin qadan. Heta em danekevin qadan dê ev şer jî neqede. Erdogan li hêlekê dibêje ‘Kurd birayên me ne’ û li hêla din jî kurdan dikuje. Biratiya wiha çawa dibe? Tu biratî nîne.”

Bang li mezinên kurdan kir

Welatiyê bi navê Mehmet Zahîr Yenîkan (65) jî destnîşan kir ku Erdogan dixwaze kurdan ji holê rake û wiha pê de çû: “Çi karê wan li Sûriyeyê heye? Tirko dibêje ez ê kurdan derxînim û li şûna wan mirovên xwe lê bi cih bikim. Sedema vê jî neyekbûna me ye. Divê mezinên kurdan ji bo yekitiyê tifaq bibin. Ger em yek bin dê dinya alem me nas bike. Biratiya Erdogan, biratiya mar û rovî ye.”

‘Her ro min qetil dike lê birayê min e!’

Der barê mijarê de welatiyê bi navê Salih Ay (52) jî anî ziman ku gelê kurd yek e û divê kurd destên hev bigirin. Ay bi lêv kir ku di navbera kurdan de tifaq nîne û divê rêber û partiyên kurdan ji bo yekitiyê hewl bidin. Apê Hecî Tahir Zana (65) jî têkildarî mijarê wiha got: “Kurdan ji bilî xwe tu birayên xwe yên din nînin. Hinek mezinên tirkan dibêjin em birayên hev in. Em ne birayên hev in. Ji serê sibê heta êvarê me qetil dike lê ev bira ye? Tiştekî wiha dibe gelo? Ez ji kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê rica dikim ku bibin yek. Êdî  bes e. Ma hûn zilma li ser Rojava nabînin? Divê kurd bibin yek û kongreya neteweyî li dar bixin. Ger kurd bibin yek tu dewlet pê nikarin.”

‘Tu kes nikare kurdan biqedîne’

Welatiyê bi navê Mihemed Henefî (72) û Mehmet Bakan (54) jî diyar kirin ku zêdetirî 50 milyon kurd hene û tu kes nikare wan biqedîne. Welatiyan got ku tirk dibêjin ‘Kurd biçin hîvê jî em ê wê derê xerab bikin’ û divê kurd vê yekê qet ji bîr neke. Welatiyan daxuyand ku yekitiya gelê kurd ji nan û avê, ji xewê girîngtir û hewcetir e. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar