Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Serpêhatiya koçberiyê û berxwedanê ya malbateke asur

Kalê Xoşaba Îbrahîm ê 85 salî û kurê wî Îsa Îbrahîm ê 59 salî yên asur, li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li ber xwe didin. Malbata ku xwedî serpêhatiyeke dirêj a koçberiyê ne dibêjin ku ew êdî naxwazin koçber bibin û ji bo vê jî dê li ber xwe bidin

Li navçeya Til Temir û gundên wê di her kolanekê de asur, kurd û ereb bi hev re dijîn. Li dijî êrîşên DAIŞ’ê dest dane hev û bi hev re têkoşiyan. Niha jî li dijî êrîşên qirker ên dewleta tirk û çeteyên wê bi heman awayî têdikoşin. Yek ji van gundan jî gundê Til Cûma yê Til Temirê ye. Piraniya şêniyên gund asur in. Tevî êrîşan jî welatî malên xwe naterikînin. Ji şêniyên gund Xoşaba Îbrahîm (85) û kurê wî Îsa Îbrahîm (59) têkildarî rewşa heyî ji ANHA’yê bi Cîhan Bîlgîn re axivîn.

Kalê Xoşaba ji ewil qala serpêhatiya xwe ya dom dirêj a koçberiyê dike. Xoşaba got ku di sala 1933’yan de di êrîşa artêşa Iraqê ya li ser navçeya Sêmêlê ya Duhokê û gundên wê ku piraniya wan asur bûn de zêdetir 3 hezar asur bi komî hatin binaxkirin û wiha dom kir: “Wê demê 2 salî bûm. Malbata me ji ber êrîşê koçberî dewleta tirk bû. Lê em li wir jî rastî komkujiyê hatin. Vêcarê jî me berê xwe da rojhilatê Kurdistanê. Herî dawî jî em vegeriyan rojavayê Kurdistanê û me li gundê Til Cûma ji xwe ra mal ava kir. Me ji tunebûnê, hebûnek ava kir. Lê gundê me di 23’yê sibata 2015’an de rastî êrîşên DAIŞ’ê hat û hilweşiya. Gund bi temamî şewitandin û asur, kurd û ereb hatin qetilkirin. Bi hezaran asur koçber bûn. Êdî bes e ji koçberiyê re. YPG û YPJ bi hawara me hatin û em xelas kirin. Ger ew nehatibûna niha yek ji me sax nebûya.”

‘Em xaka xwe ji çeteyan re nahêlin’

Di berdewamê de jî Xoşaba bi lêv kir ku dewleta tirk çeteyên ku xwedî dike bi ser wan de dişîne û wiha derbirî: “Li ser xaka dewleta tirk derbas dibin û aramiya me xera dikin. Hebûna me hedef digirin. Ger ev çeteye derbasî herêma me bibin dê yek asurekî sax nehêlin. Ez û lawê xwe tenê li malê dimînin û em dev ji axa xwe bernadin. Em mal û milkên xwe ji dijmin re nahêlin. Destê HSD’ê  sax be ku em ji komkujiyan parastin û diparêzin.”

‘Em heta dawiyê bi HSD’ê re ne’

Kurê Xoşaba Îbrahîm, Îsa Îbrahîm (59) jî dibêje ku ew xaka xwe diparêzin û wiha got: “Me heta niha parast û dê biparêzin jî. Bi êrîşan re pêla koçberiyê jî zêdetir dibe. Dewleta tirk axa me parçe dike û dagir dike. Ev mafê wan nîne. Hemû dewlet jî alîkariyê didin dewleta tirk. Dixwazin em koçber bibin. Em ê li ber xwe bidin. Em heta dawiyê bi HSD’ê re ne.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar