Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şervanên HSD’ê hewldanên çeteyan têk birin

Şervanên HSD’ê ji duh ve derbên giran li hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê didin. Di vê çarçoveyê de şervanan êrîşên li ser gundê Mesûdiyê yê Girê Spî şikandin û gelek çete jî hatin kuştin

Êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û DAIŞ’ê êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomînin. Hêzên dagirker bi taybet jî ji bo dagirkirina rêya navneteweyî ya M4’ê êrîşên dijwar pêk tînin.

Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker êrîşî gundê Mesûdiyê yê yê li başûrê rojhilatê Girê Spî kirin. Gund li nêzî rêya navneteweyî ye. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku li gund şerekê dijwar rû da û şervanan seyareyeke leşkerî ya çeteyan rûxand û hejmareke çeteyan jî hatin kuştin û birîndarkirin. Êrîşa dagirkeran a li ser gund hate têkbirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di encama pevçûnên duh de jî 6 çete hatibûn kuştin, 4 birîndar bûbûn û pîkapek jî hatibû teqandin.

Her wiha hêzên dagirker di van kêliyan de êrîşî gundê Tirikî yê nêzî gundê Dibis ê Eyn Îsayê dikin. Hêzên dagirker hewl didin gundê Tirikî ku nêzî rêya M4’ê yê dagir bikin. Di heman demê de hêzên dagirker êrîşî gundên Um El Beremil û Şergirak ên Eyn Îsayê dikin. Li gorî agahiyan, li herêmê şerekê giran didome.

Çeteyan duh jî derbên giran xwarin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji duh ve hêzên dagirker ji bo dagirkirina rêya navneteweyî ya di navbera Kobanê û Êyn Îsayê de dagir bikin. Li hemberî van êrîşan jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersivên tund didin. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku ji duh ve di encama pevçûnan de herî kêm 24 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn. Di şer de her wiha tangek, serayeke doçkabarkirî û seyareyeke leşkerî hatin teqandin û tangek jî hate derbkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar