Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD’ê bîlançoya roja 30’emîn aşkera kir

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de di navbera hêzên wan û yên dagirker de şerekê giran qewimî. HSD’ê da zanîn ku di 24 saetên dawî de 13 çete hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn. Her wiha HSD’ê ragihand ku di şer de 12 şervanên wan jî şehîd bûne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encama şer û pevçûnên di navbera hêzên wan û hêzên dagirker yên 24 saetên dawî de daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

HSD’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê tevî agirbestê jî bi hemû hêza xwe ya teknîkî ji bejahî û hewayî êrîşî rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê dikin. HSD’ê diyar kir ku hêzên dagirker êrîşên qirkirinê pêk tînin û agirbestê jî binpê dikin.

Daxuyaniya HSD’ê wiha dom kir:

TIL TEMIR

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe ji bejahî û hewayî bi balafir û çekên giran pêk tîne.

ZIRGAN

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi tang û çekên xwe yên giran êrîşî gundê Til Mihemed kirin.

EYN ÎSA

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û tangan êrîşî gundên Xirbet Faris, Şergirak, Zenûba, Mesûdiyê, Dibis, Xirbet Kerem, Qiz Elî, Kefîfa û Webdê kirin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiv da hemû êrîşan û şerekî giran qewimî. Di encama bersivdayîna hêzên me de li nêzî rêya M4 a navdewletî 2 seyareyên leşkerî, seyareyeke doçkabarkirî û tangek hatin rûxandin. Her wiha 13 çete û leşker hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn. Her wiha tangek hat hedefgirtin, rextek û 3 çek jî hatin desteserkirin.

* Bi giştî di encama şer û pevçûnan de 13 çete û leşkerên tirk hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.

* Di vê berxwedanê de 12 hevalên me jî şehîd bûn û 7 hevalên me jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar