Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Divê rêzefîlmên tirkî bên boykotkirin

Jinên Germiyanê aşkera kirin ku wê boykotkirina rêzefîlmên tirkî bandoreke xerab li aboriya Tirkiyeyê bike û banga boykotkirina rêzefîlmên tirkî li hemû jinan kirin

Li başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê boykotkirina malên tirk berdewam dike. Her wiha daxwaza boykotkirina fêzefilmên tirkî ku di hinek kanalên başûrê Kurdistanê tên weşandin jî zêde dibe. Di vê çarçoveyê de jinên Germiyanê axivîn.

Mamosta Heyfe Mecîd diyar kir ku boykotkirina rêzefîlmên tirk ji bo lêdana aboriya Tirkiyeyê çekek giran e û wiha got: “Ji ber ku ew welat bi rêya rêzefîlman sermayek zêde bi dest dixe. Ji derveyî vê jî, rêzefîlmên tirkî bandorek xerab li ser civaka kurd dike. Lewma boykotkirin erkek ehlaqî û nîştimanî ye. Bi taybet di vê demê de ku Tirkiye êrîşên dagirkeriyê dibe li ser Rojava.”

Mamosta Heyfe Mecîd anî ziman ku boykotkirina rêzefîlmên tirkî dê xelekek bihêz a sivîl a li dijî Tirkiyeyê be û wiha domand: “Mixabin hinek kanalên kurdî bê helwest in û heta niha jî rêzefîlmên tirkî diweşînin. Pêwîst bû li şûna wan rêzefîlmên kurdî bên weşandin.”

Boykotkirina rêzefîlmên tirkî erkek pîroz e

Her wiha Rêvebera Giştî ya Pirtûkxaneya Germiyanê Cîhan Mihemed jî da zanîn ku divê mîna boykotkirina malê tirkî ji bo boykotkirina rêzefîlmên tirkî helwestek mezin hebe û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku di piraniya rêzefîlmên tirkî de li hemberî hemû temen û zayendan bi taybet jinan heqaret tê kirin. Her wiha heta gelek caran li hemberî neteweyek diyar a weke kurd jî heqaretê dikin.  Ew rêzefîlm bûne sedemek a têkçûyîn û jihev cudabûna xêzanan. Lewma boykotkirina wan erkek pîroz e. Dixwazim her kes boykot bike.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar