Berdevkê Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Rûpert Colvîlle diyar kir ku şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn jî bandorê li sivîlan dike û got, “Ji 9’ê Cotmehê heta 5’ê Mijdarê herî kêm 92 sivîl mirin.”
Berdevkê Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Rûbert Colvîlle li buroya Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî civîneke çapemeniyê pêk anî.
Colvîlle anî ziman ku ji ber şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 100 hezar mirov di nava rîskê de ne û got, “Ji ber şer hîn jî sivîl berdêlan didin. Ji ber operasyonan ji 9’ê Cotmehê heta 5’ê Mijdarê 92 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.”
Colvîlle destnîşan kir ku zêdeyî 100 hezar mirovên ji ber operasyonan di hefteyên dawî de neçar man malên xwe biterikînin hîn venegeriyane malên xwe û got, “Li gorî raporan kesên vedigerin jî bi rengekî kêfî tên girtin û windakirin.”
Colvîlle diyar kir ku hîn jî deverên sivîlan û binesaziya herêmê dibin hedefa êrişan û bang kir ku operasyonên leşkerî bên bidawîkirin û hurmet li hiqûqa navneteweyî bê nîşandan.
Heyva Sor û rêxistinên civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikin diyar kiribûn ku ji ber êrişên dagirkeriyê bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. CENEVRE