Dewleta tirk û çeteyên wê bi SÎHA’yê li bajarokê Hîsa ya dikeve başûrê rojhilatê Eyn Îsayê bombe li sivîlan barandin û di encamê de 2 sivîl şehîd bûn
Dewleta tirk û çeteyên wê bi balafirên keşfê yên bê mirov û bi çek (SÎHA) bombe li bajarokê Hîşa ya dikeve başûrê rojhilatê Eyn Îsa barand. Di bomberdûmanê de 2 sivîl şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.
Navê yek ji kesên şehîd bûne Hanî Ehmed El Rawî (25) ye. Navê kesên birîndar jî wiha ne; Elî Hemîd El-Hîlal (45), Tariq El-Ehmed (30), Mihemed El-Ehmed (29) û Hemûd El-Ehmed (20).
Sivîlên birînar rakirin Nexwexaneya Wetenî ya li Reqqayê.
Her wiha xizmê birîndarekî Fehed El-Ehmed diyar kir ku SIHA‘yên dewleta tirk komeke ji şêniyên herêma Hîşayê dema pembo diçinîn kirine hedef. EYN ÎSA