Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji DAIŞ’ê derbasî OSO û MSO’ê bûn

Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar, beriya ku dest bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bikin li şûna OSO  “Arteşa Niştimani ya Suriyê-ANS/MSO (Ceyşul Wetenî) îlan kir û wekî mertal da pêşiya TSK’ê û dest bi êrîşan kir. Her çend Erdogan û Akar îdîa bikin ku tu eleqeya wan û DAIŞ’ê bi hev tune ye jî bi belgeyan derket holê ku heta niha navê 76 kesên ku berê di nava DAIŞ’ê de bûn, di nava MSO de cih girtine

Dewleta tirk bi fermana Serokomar û Serokwezîrê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan di 9’ê Cotmehê de li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Tevî agirbesta di navbera Tirkiye, Rûsya û DYA’yê de êrîşên Tirkiyeyê li ser axa Rojava berdewam dike. Tirkiye di 20’ê çileya 2018’an de beriya êrîşî Efrînê bike bi hevkariya TSK û OSO artêşek ava kirin û êrîşî Efrînê kirin. Serokomar Erdogan û Wezîre Parastinê Hûlûsî Akar beriya êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê êrîş bikin jî vê carê navê OSO guhertin û “Arteşa Niştimani ya Suriyeyê-ANS(Ceyşül Wetenî) ango MSO” ava kirin. Piştî artêşa ANS (MSO) ava kirin di 9’ê Cotmehê de dest bi êrîşan kirin. Li gorî lekolîn û berhevgirina belgeyan a Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Hevî Hesen heta niha belgeya 76 kesan hat tespîtkirin ku berê di nava DAIŞ’ê de cih girtine. ANHA xwe gihand 76 navên DAIŞ’î yên ku dewleta tirk ji bo êrîşên li ser Rojava wekî mertal dide pêş xwe.

Kesên navê wan hatin tespîtkirin li Hama, Suweyde, Humus, Guta û gelek bajarên din sûcên mirovahiyê kirine, kujerê Peter Kassîg yê ji DYA’yê revandin û li çolterên Idlibê de serê wî jêkirin û dîmenê li ser youtube belav kir Sofyan El Qişhim jî tê de heye. Dîsa navê kujerê Hevrîn Xelef Ebû Sedam El Ensarî jî di nava vê lîsteyê de derbas dibe. Ev kesên ku di nava DAIŞ’ê de sûcên şer kirine rêka hemûyan jî li ser xeta Haleb-Azezê gihiştiye komên çeteyên ji aliyê dewleta tirk ve tên destekkirin. Niha jî li Serekaniyê û Girê Spî tevî dewleta tirk êrîş dikin. Bi du awayî lîsteya ku em pêşkêş bikin DAIŞ’î çawa bûne ANS bi awayeke aşkera dide nîşandan.

1 – Basil Mihemmed Elelî: nasnav Telha

Li bajarê Humusê ya Sûriyeyê ji dayik bûye. 23 sali ye. Di 2013’yan de tev li DAIŞ’ê bûye. Di 2017’yan de li Halebê derbasî tûmena Hamza ya ji aliyê Tirkiyeyê ve tê destekkirin bû. Niha li Sûlûk bi navê ANS (Arteşa Niştimaniya Sûriyeyê) şer dike.

2 – Basil Xesan Elesûra: Nasnav Ebû Ûsame Elşamî

Sala 1993’yan li Şamê dayikbûye. Di sala 2012’yan de li Gûtayê tev li El Nusra bû. Di 2014’yan de derbasî Siwêdê bû û li vir tev li DAIŞ bû. Di 2016’yan de bi navê DAIŞ’ê tabura Emîn Xarîcî ava kir û bû Emîrê vê tabûr ê. Di 2017’an de derbasî Tirkiyeyê bû. Bi tûmena El Hamza re tev li dagirkeriya Efrînê bû. Niha li Girê Spî bi dewleta tirk re ye.

3 – Beşar Simîd: Nasnav Ebû Îslam El-Qelemûnî

Di sala 1994’an de El Nebîk a girêdayî Şamê dayik bûye. Di 2014’an de tev li DAIŞ’ê bû. Li Temdûr û Tenefê tev li şer bû. Di 2017’yan de derbasî Idlibê ji vê derê jî bi Ebû Eymen El Iraqê re derbasî Tirkiyeyê dibe. Koma çete ya Ahrar Al-Sharqiya weke fermandarê tabûrê tev li dagirkirina Efrînê bû. Niha li Serêkaniyê ye.

4 – Beşîr El-Emûrî: Nasnav Ebû Ehmed El-Tedmûrî

Di sala 1990’an de dayik bûye. Di 2014’an de li Humus tev li DAIŞ’ê bû. Di 2017’an de derbasî Ezazê bûye. Tugaya Sultan Murat a ji aliyê dewleta tirk ve hatiye avakirin de tev li dagirkirina Efrînê bû. Niha li Serêkaniyê ye.

5 – Ebdelah Ehmed Elebdelah

Ji Humûsê ye di sala 1991’an de dayik bûye. Di 2014’an de tev li DAIŞ bûye, di xebatên rêxistinê yên îstîxbaratê de cih girtiye. Li Tenefê balafirgeha girêdayî koalîsyona navnetewî êrîş pêk aniye. Piştre revî Gûtayê. Navê wî tev li gelek bûyerên dizî û talanê bûye. Di 2016’an de derbasî qadên di bin kontrola tirkan bû û li vê derê tev li Tûmena El Hamza bû. Niha li Serêkaniyê ye.

 

6 – Ebdelah El-Şimerî: Nasnav Ebû Telha El-Şimerî

20 sali ye û li gundê El Soxna a girêdayî bajarê Temdur a Sûriyeyê hatiye dinê. Di 2015’an de li Dêrezorê tev li DAIŞ’ê bû. Di 2018’an de derbasî Halepê bû û girêdayî dewleta tirk koma çeteyên Ahrar al-Sharqiya bû. Niha li Girê Spî ye.

7 – Ebdelah Elzirêr: Nasnav Ebû Cehfer

Di sala 1991’an de li Humus dayikbûye. Di 2012’yan de tev li El Nusra bûye. Di 2014’an de li Şamê derbasî DAIŞ’e dibe. Li Şam, Halep û Elbitirê tev li şer bûye. Di 2017’an de derbasî Tirkiyeyê dibe û li vê derê perwerdeya leşkerî dibîne. Di bin kontrola MÎT’ê de koma çeteyên Lîwa El Îslam ava kir. Bi vê komê re tev li dagirkirina Efrînê bû. Niha li Girê Spî ye.

8 – Ebdelah Mihemed Eliwêd: Nasnav Ebû Seyîf Elhelebî

Di sala 1989’an de Sifîraya girêdayî Helebê dayik bûye. Di 2015’an de Halebê  tev li DAIŞ’ê bûye. Di 2016’an de li ser malpera xwe ya twitterê wêneyên xwe yên li Tebqayê li ser doçkayê parvekiribû. Di 2017’an de derbasî Idlibê dibe ji vê derê jî diçe Tirkiyeyê. Di bin wêneriya artêşa tirkan li Tûmena El Hamza perwerdeya leşkerî dibîne. Niha li Girê Spi ye.

Di wêneyê de kesê bi navê Abdullah re di nava artêşa tirk de bi hevre ne.

9 – Ebdelah Mihemed El-İnizî: Nasnav Ebû Mihemed El-Cezrawî.

Ji bajarê Riyadê ya Erebistana Sûdî dayik bûye û 27 salî ye. Di 2015’an de bi rêka Tirkiyeyê tev li DAIŞ’ê dibe. Li Reqqa û Humusê şer kir. Bi tabûra Ûsûd El-Ednanî re tev li şerê Minbicê bû. Di 2018’an de derbasî Ezazê bû. Piştre bin kontrola dewleta tirk de tev li Ahrar al-Sharqiya bû. Niha li Girê Spî ye.

10 – Ebdilrehman Mihêmid: Nasnav Qesûre Eldêrî

Di 1992’yan de li Dêrazorê dayikbûye. Di 2012’yan de li Dêrazorê tev li El Nusra bû. Li Dêrazor, Dera û Hamayê tev li şer bû. Di 2015’an de dema li Hamayê Emîrê El Nusra bû û şer dikir van wêneyan di medyaya civakî de parvekiribû. Di 2016’an de koma çeteyên ji aliyê tirkan ve tên destekkirin tev li Ahrar al-Sharqiya bû. Niha li Girê Spî ye .

11 – Nasnav Ebû Fêsel Elnihêmî

Di sala 1990’an de li Temdurê dayikbûye. Di 2014’an de li Humusê tev li DAIŞ’ê bû. Çekên giran ên DAIŞ’ê bikardianî û perwerdeyên leşkerî dida. Derbasî Idlibê bû û li vê derê bi koma çeteyên Feyleq El Şam re tev li şer bû. Ji vê derê bi 20 çeteyan re ji vê komê qut dibe û tev li Tugaya Sultan Murat dibin. Niha li Serêkaniyê ye.  

12 – Nasnav Ebû Omer Elhatim

32 salî ye, li mintiqa Kesrat Cimha a Reqqayê ji dayikbûye. Di 2015’an de tev li DAIŞ’ê dibe. Di 2017’an de li ser Halebê re derbasî Ezazê dibe. Bi koma çeteyên Ahrar al-Sharqiya re li cem dewleta tirk tev li dagirkirina Serêkaniyê bû. Niha li Serêkaniyê ye.

13 – Ebû Silêman Elminbicî

34 salî ye li Minbicê hatiye dinê. Di 2015’an de li Reqqa tev li DAIŞ’ê dibe. Di 2017’an de derbasî Ezazê dibe, tev li koma çete ya Ahrar al-Sharqiya dibe. Bi dewleta tirk re tev li dagirkirina Girê Spî bû. Niha li Girê Spî ye.

14 – Nasnav Ebu Wefa El Tunisî 

35 salî ye li Tunus ji dayikbûye. Bi ser Tirkiyeyê re di 2014’an de tev li DAIŞ’ê bû. Li Reqqayê Şer-î Emîrê DAIŞ’ê bû. Piştre bi heman erkî veguhestin Dêrazorê. Endamên çete yên nû re perwerdeya şer-î û leşkerî dida. Di 2017’an de derbasî Ezazê bû û tev li koma çeteyên Ahrar al-Sharqiya bû. Di nava vê koma çeteyan de bi nasnavê Ebu Wefa perwerde daye. Niha li Serêkaniyê ye.

15 – Edehem Feteh Elşikerçî

Di sala 1999’an de li bajarê Dêrazorê ji dayikbûye. Di 2013’yan de li Dêrazorê tev li DAIŞ’ê dibe. Li Soxne, Temdur û Dêrazorê tev li şer dibe. Di 2017’an de derbasî Bab û Ezazê dibe. Li Halebê tev li komên çete yên ji aliyê tirkan ve tên destekkirin de tev li şer dibe. Niha li Serêkaniyê ye.

16 – Ehmed El-Elî El-Casim El-Omer: Nasnav Ebu Iselam El-Şamî

28 salî ye û li navçeya El Kesrat a Sûriyeyê ji dayikbûye. Di 2015’an de ji Reqqa tev li DAIŞ’ê dibe. Çekên giran bikaraniye, di 2017’an de derbasî El Raiyê dibe ji vê derê jî tev li Ahrar al-Sharqiya dibe. Niha li Girê Spî ye.

17 – Ehmed Elhamid: Nasnav Ebû Furat Elhimsî

Di sala 1994’an de li bajarê Temburê hatiye dinê. Di 2015’an de tev li DAIŞ’ê bûye. Sabotajciyê DAIŞ’ê ye. Di 2017’an de derbasê Ezazê dibe û li vê derê tev li Tûmena El Hamza dibe.

Di wêneyê yekemîn de li DAIŞ di wêneyê duyemîn de li cem çeteyên tirkan xuya dike.

18 – Ehmed Xalid El-Rehmûn: Nasnav, Ebû Mariya El-Ensarî

Di sala 1993’an de li Şamê tê dinê. Di 2013’yan de tev li artêşa azad a Suriyeyê dibe. Di çarçoveya bernameya perwerde – arastekirinê de di bin wêneriya DYA-Tirkiyeyê de perwerdeya çekan dibîne. Di 2014’an de ji artêşa azad vediqetê û tev li DAIŞ’ê dibe. Di 2016’de derbasî Idlibê dibe, piştre jî derbasî Tûmena El Hamza dibe. Ji Mistefa El-Lobnanî perwerdeya çeka dibîne. Niha li Girê Spî ye.

Hem li cem DAIŞ û hem jî li cem El Hamzat du wêneyên wî hene.

19 – Elî Hesen Taha: Nasnav, Ebû Dewle Harûn

27 salî ye û li taxa Miwezfîn a Dêrazorê ji dayikbûye. Di 2015’de li Şedadê tev li DAIŞ’ê bûye.  Ew hawanciyê DAIŞ’ê bû. Di 2017’de derbasî Ezazê dibe, tev li koma çete ya bin wêneriya tirkan Ahrar al-Sharqiya dibe. Niha li Serêkaniyê ye.

20 – Erwa Eshed Eldihêfis: Nasnav Ebû Semîr Elhimsî

Girêdayî Humûsê gundê Elxinêfis ji dayikbûye. Di 2014’an de tev li DAIŞ’ê bûye. Li Humûs, Siweda û Tanafê tev li şer bûye. Di 2017’an de çûye Tirkiyeyê. Cem Tugaya Sultan Murat bi navê dewleta tirk li Babê tev li şer bûye. Piştre dîsa di bin desteka dewleta tirk de derbasî koma çeteyên Ahrar al-Sharqiya dibe. Bi tevî vê komê tev li dagirkirina Serêkaniyê bû.

Di wêneya yekemîn de dema bi navê DAIŞ’ê şer dikir, yê duyemîn de komên çeye yên ji aliyê tirkan de tên destekkirin de tê dîtin

21 – Fayiz Elebid Elkerîm: Nasnav Ebû Fatime Elreqawî

23 salî ye û li Reqqayê ji dayikbûye. Di 2014’an de tev li DAIŞ’ê bûye. Li cem DAIŞ’ê berpirsyarê cepxanê bû. Di 2018’an de tev li Tûmena El Hamza bû û tev li şerê dagirkirina Efrînê bû. Niha li Serêkaniyê ye.

Wêne dema ku li cem DAIŞ’ê şer dikir hatiye kişandin.

22 – Fedî Qoseyî Sultan: Nasnav Ebû Tirab Elşamî

23 salî ye û li Şamê hatiye dinê. Di 2015’an de tev li DAIŞ’ê bûye. Reqqa, Humus û Dêrazorê tev li şer bûye. Di 2017’de li ser Halebê derbasî Ezazê bûye û piştre tev li Ahrar al-Sharqiya bûye. Niha li Girê Spî ye.

23 – Fehid Selûm El-İdlibî: Nasnav Ebû Elî Hewaciz

27 salî ye û li Idlibê hatiye dinê. Di 2014’an de li Reqqa tev li DAIŞ’ê bûye. Di 2017’de derbasî milê di bin kontrola dewleta tirk dibe tev li koma çeteyên Ahrar al-Sharqiya dibe. Piştre jî bi artêşa dewleta tirk re di êrîşên dagirkirinê de cih girt. Niha li Girê Spî ye.

24 – Fehid Xelef El-Elî El-Seyid: Nasnav Seyîf El-Îslam

Di sala 1998’an de li Girê Spî hatiye dinê. Di 2015’de li Reqqa tev li  DAIŞ’ê dibe. Li Reqqa û Dêrazorê tev li şer bû. Di 2017’an de derbasî Ezazê dibe û tev li Tûmena El hamza dibe. Tevî vê koma çeteyan tev li dagirkirina Serêkaniyê bû. Niha li Serêkaniyê ye.

Ev wêne dema cem DAIŞ’ê şer dikir hatiye kişandin.

25 – Fehid Xelef Nercis: Nasnav Ebu Xewle Mudadat

23 salî ye û li Dêrazorê hatiye dinê. Di 2014’an de tev li DAIŞ’ê dibe. Li Reqqa û Dêrazorê tev li şer dibe. Di 2017’an de derbasê Halebê dibe û li vir tev li Ahrar al-Sharqiya dibe. Tevî vê koma çete ve tev li dagirkirina Girê Spî bû. Niha li Sûlûk e.  

26 – Ferec Ehmed Elseyîd: Nasnav Ebû Ebas Elêraqî

Li Dêrazorê hatiye dinê û di 2014’an de tev li DAIŞ’ê dibe. Tev li şerê Dêrazor û Reqqayê dibe. Di 2017’an de derbasê Halebê dibe û li vir tev li koma çeteyên Ahrar al-Sharqiya dibe. Di bin wêneriya dewleta tirk de tev li dagirkirina Serêkaniyê dibe. Niha li Serêkaniyê ye.

27 – Hemîd Elwan Elhesin: Nasnav Ebû Selha Tew

23 salî ye û li Dêrazorê ji dayikbûye. Di 2014’an de li Hasekê tev li DAIŞ’ê dibe. Dizane fûze bikarbîne. Di 2017’an de derbasî Ezazê dibe li vê derê tev li çeteyên Ahrar al-Sharqiya dibe. Bi dewleta tirk re tev li dagirkirina Girê Spî dibe. Niha li Girê Spî ye.

Di wêneyê de dema li cem DAIŞ’ê şer dikir tê dîtin

28 – Hesen Xelîf El-Omer: Nasnav: Ebû Omer El-Farûq

19 salî ye û li Reqqayê ji dayikbûye. Di 2017’an de derbasî Halebê dibe li vir tev li çeteyên Ahrar al-Sharqiya dibe. Bi dewleta tirk re tev li dagirkirina Serêkaniyê dibe. Niha li Serêkaniyê ye.

Ev wêne dema ku li DAIŞ’ê bû hatiye kişandin.

29 – Hesen Xilêf Elhesûnî: Nasnav Ebû Ebdelah Xerîte

37 salî ye li Dêrazorê hatiye dinê. Di 2015’an de li Dêrazorê tev li DAIŞ’ê dibe. Di 2017’an de derbasî El Ria dibe, destpêkê tev li çeteyên Ahrar al-Sharqiya dibe, piştre jî tev li koma çeteyên Tûmena El Hamza dibe. Di bin wêneriya dewleta tirk de tev li dagirkirina Girê Spî dibe. Niha li Girê Spî ye.

30 – Husam El-İdlibî: Nasnav Ebû Mihemed Elemnî

37 salî ye û li Idlibê hatiye dinê. Di 2014’an de li Reqqa tev li DAIŞ’ê bû. Di 2017’an de derbasî Ezazê dibe û li vir tev li çeteyên dewleta tirk dibe. Bi çeteyên Ahrar al-Sharqiya re tev li şerê dagirkirina Girê Spî dibe. Niha li Girê Spî ye.

Ev wêne dema ku li DAIŞ’ê bû hatiye kişandin.

31- Huzeyîfa Sehid: Nasnavê wî, Ebu Zêd

Li navçeya Kesra Cumha ya girêdayî Reqqayê hatiye dinê. Di sala 2015’an de li Reqqayê tev li DAIŞ’ê bû, li cem DAIŞ’ê şer kir. Di sala 2017’an de ji navçeya Hezîma ya Reqqayê derbasî Ezazê bû û tev li Tugaya Sultan Murad bû. Niha li gel koma Ehrar El Şerqiye li Girê Spî ye.  

32 – Macîd El Xalid (Hec Macid): Nasnavê wî, Heci Ebu Omer El Ensarî

Di sala 1983’yan de li Humsê hatiye dinê. Di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê de di nava koma Liwa El Heq de li navçeya El Igerbat a girêdayî bajarê Hamayê bû. Di sala 2014’an de li Hamayê tev li DAIŞ’ê bû. Yek ji kesên ku di rêxistinkirina Hamayê de cîh digirt bû û emîrê leşkerî yê parêzgeha Hamayê bû. Bi tirkan re pêwendî (têkilî) çêkir û bi koma xwe re çû Idlibê. Li Idlibê jî bû berpirsyarê Tumena El-Hemze û li gel tirkan êrîşî hêzên HSD’ê kir. Niha li Serêkaniyê ye.

33- Mesna Xelîl El Hesen: Nasnavê wî, Ebu Aîşe El Tibnî

25 salî ye, navê dayika wî Xedîce ye. Di sala 2013’yan de li navçeya Til Tibnî ya girêdayî Dêrazorê tev li DAIŞ’ê bû û li eniyên Dêrazorê cih girt. Heta sala 2017’an li navçeya Suxna berpirsyarê komek leşkerî bû. Piştre reviya navçeya Raî ya girêdayî Helebê û tev li koma Usud El Şerqiye bû.  Niha li Girê Spî ye.

34 – Mihemed Asim El Sebra: Nasnavê wî, Ebu El Hari El Ensarî

Di sala 1996’an de hatiye dinê. Di sala 2104’an de li bejahiya Humsê tev li DAIŞ’ê bû. Li Şamê girêdayî emîrê bi navê Ebû Mihemed di qada teknîkê de kar dikir. Di destpêka sala 2017’an herêma baregeha Tenef a Amerîkayê tev li Artêşa Azad bû û ji leşkerên Amerîkayê perwerde girt. Piştre li Ezazê hat erkdarkirin û piştî 3 mehan tev li Tumena El Hemza bû. Di dagirkeriya Efrînê de cih girt, niha jî li Girê Spî ye.

35-Mihemed Besam Misto

Di sala 1995’an de li Idlibê hatiye dinê, navê dayika wî Nura ye. Di sala 2015’an de li herêma Cisir El-Şixur tev li El-Nusrayê bû. Di sala 2017’de tev li Tumena El Hamza bû û niha li gel Tumena El Hamza li Silûkê dimîne.

36 – Mihemed Ehmed Siwês: Nasnavê wî, Ebu Ehmed El Humusî ye

Di sala 1995’an de li Humsê hatiye dinê. Sala 2015’an li Şamê tevlî DAIŞ’ê bû. Di êrîşên Bitir-Tenef û Tedmur de cîh girt. Piştre tevlî koma Ehrar El Şerqiye bû û ji Tirkiyeyê perwerdeya leşkerî girt. Piştî perwerdeya leşkerî di êrîşên Efrîn û Şehbayê de cîh girt. Niha li Girê Spî ye.

37 – Mihemed Elbedireh: Nasnavê wî Ebu Cilêbib e

Sala 1994’an li Humsê hatiye dinê. Di sala 2015’an de li Humsê tev li DAIŞ’ê bû û di êrîşên Şehar, Teyfur û Cezra de cih girt. Di sala 2017’an de bi rêya yekîneya ewlekariyê ya bi navê Beşaîr çû Ezazê. Sala 2018’an tev li Tumena El Hemze bû û di êrîşên ser Şehbayê de cih girt. Niha li Serêkaniyê ye.

Wêneyê ku nîşan dide Mihemed di nava DAIŞ’ê de ye. Wêneyê ku nîşan dide niha di nava Tugaya Sultan Murad de ye.

38 – Mihemed El Hemdan: Nasnavê wî: Decane El-Êraqî

Sala 1980’an li Iraqê hatiye dinê. 2003’yan derbasî Suriyeyê bû û li Humsê bicih bû. Yek ji damezirînerên DAIŞ’ê ye. Li wîlayeta Sehra emîrê leşkerî bû. Di êrîşên ser Hums, Şam û Hemayê de cih girt. Sala 2017’an ji Hemayê derbasî Idlibê bû û Tabûra Siqûr Elbadiyê ya girêdayî koma Sultan Murad ava kir. Piraniya endamên koma wî ji DAIŞ’iyan pêk dihat. Bi vê komê re tev li dagirkeriya ser Efrînê bû. Niha li Girê Spî ye.

Wêneyê ku nîşan dide Mihemed Elhemdan di nava DAIŞ’ê de cih girtiye. Wêneyê ku nîşan dide niha di nava Tuguya Sultan Murat de cih digire.

39 – Mihemed Enes El-Êbêd: Nasnavê wî: Enes El-Herbî

Di sala 1995’an de li Humsê hatiye dinê. 2015’an li Humsê tev li DAIŞ’ê bû û di êrîşên ser Tedmur, herêma Tenef, Heqil Elşahir de cih girt. Sala 2016’an di Emîn Xaricî (Ewlekariya derve) de hat erkdarkirin. Piştre tev li Tugaya Sultan Murad bû. Li Tirkiyeyê perwerdeya leşkerî dît. Tev li koma Ehrar El Şerqiye bû. Di êrîşên ser Efrîn û Til Rifatê de cih girt. Niha li Girê Spî ye.

Wêneyê ku nîşan dide Mihemed Enes El Êbêd di nava DAIŞ’ê de cih digire. Wêneyê ku nîşan dide di nava komên girêdayî Tirkiyeyê de cih digire.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar