Pirsgirêka kurd yek jî pirsgirêkên herî giran a erdnîgariya me ye. Hem di nava çar dewletan de hatiye parvekirin û parçekirine hem jî statûya wê hîn nehatiye pêjirandin. Heta weke ku li Tirkiyeyê de em dibînin navê welatê kurdan bi xwe qedexe ye. Hem jî li cihê ku em weke parlamento ango cihê ku bêtirs were axaftinê dizanin ev qedexe hîn hişktir e.
Lê em jî dizanin ku siyaset ango pêdiviyên civakan ji bo ku bikaribin karek baş ji civakê re were derxistin, zêdetirîn di nava meclisan û parlamentoyan de pêş dikeve. Parlamento di gotina koka xwe fransî parlê ango axiftinê de tê. Bêguman siyaset tenê axaftin nîne lê ji bo ku mirov bikaribin karekî baş bikin pêwîst e ku bi hevre ewil biaxivin. Ewil tespît bikin kêşe ango pirsgirêk çi ye da ku çareseriya wê jî rast pêşbixin.
Lê mixabin îro li Tirkiyeyê tişta herî xeter axaftin e. Lê em jî dizanin cihê ku axaftin nebe ango cihê ku rê tune ku kes biaxivin, serî li mekanîzmayên din tên dayîn. Diyalektîka mirovan wiha rê ve diçe.
Em berdin mirovan, tê gotin ku di bin parçikên (parçacik) atoman de dema bixwazin cihê fotonan tespît bikin foton bi lêzî jê direvin. Lê dema ku bixwazin lezbûyîna fotonan tespît bikin îcar foton cihê xwe berze dikin ango winda dikin. Bi gotinek din foton rê nadin ku hem cihê wan û hem jî lezbûyîna wan bi hevre were tespîtkirin. Lê dema ku mirov bixwazin teqez hem cih û hem lezbûyîna wan tespît bikin, pêwîst e bi mîkroskopan xwe nêzî fotonan bikin. Çendî xwe nêz bikin, ji bo ku foton cihê xwe nîşan nedin xwe bi lezek mezin tevdigerînin. Lê herî dawî jî dema ku foton rê nabînin ku xwe biparêzin, xwe (wek di mijara bombeya atom de em dizanin) bi enerjiyek gelek mezin ditaqînin û zirarek gelek mezin diafirînin.
Dema ku di parçikên herê biçûk yên bin atoman de refleksa xwe bûyînê wiha bibe, gelo di mirovan de ev refleksa xwe bûyînê yê xwe çawa û bi çi şêweyê nîşan bide?
Em dûr neçin, di kursiya ku tê gotin pîroze de nahêlin ku siyasetmedarên hatine hilbijartin biaxivin. Nahelên ku zimanê ku xwedê daye wan e kar bînin. Nahelên ku pirsgirêkên dijîn bi lêv bikin. Nahelên ku siyasetmedar derd û kulên gelê kurd bi lêv bikin. Her roj li cihêkê de destdatînin ser şaredariyekê. Vîna mirovan binpê dikin û nenasin. Her wiha her roj li cihêkê de siyasetmedarek kurd bi endamtiya rêxistina PKK’ê binçav dikin û cezayên bi salan didin wan. Li hember çend kurdên ku dadikevin kolanan bi hezaran polîs û cendirmeyên wan bêdeng dikin, bi xazê wan bê nefes dihêlin. Bi jop ango gopalan wan dipijîkînin. Peykerên ku vî gelî îfade dikin dişkeynin. Navê kolanan û parkan diguherînin. Pêşandanên herî piçûk qedexe dikin. Her roj li cihêkê din tirbên zarokên vî gelî hildiweşînin. Xwezaya vî gelî xirab dikin, mîrateya dîrokî ya vî gelî di bin avan de dihêlin. Xwezaya vê axê bombebaran dikin. Û ev têra nake erîşa kurdên Rojava dikin û bi demografyaya wan dileyzin, erîşî axa Başûr dikin, erîşî zarokên vî gelî dikin.
Em bizanin ku ewqas êrîş, ewqas zext, ewqas bêdengkirin, ewqas tune hesibandin, ewqasî dijminatî û ewqas rêya siyasetê û siyasetmedaran girtin û hêna rastir rêya axiftinê girtin, gelo rêyên din ve nake? Gelo mirovan nade fikirandin ku rêyên dîtir jî xwe re bigere? Gelo enerjiyek nû dijî ewqasî zext û zoriyan pêş nakeve?
An jî berovajî, cihê ku ewqasî serî tewandin hebe, ewqasî stûxwarkirin were ferz kirin, ewqasî rojane heqaret hebin û rêya ku mirov bikaribin xwe îfade bikin nehatibi hêştin, me mirov nikare xwe bike fotonek jî?