Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

DAIŞ çawa bû Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê?

Dewleta tirk ji bo dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê, di bin banê  ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê’ de dixwaze DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike

Dewleta tirk bi fermana Serokomar û Serokwezîrê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan di 9’ê Cotmehê de li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Tevî agirbesta di navbera Tirkiye, Rûsya û DYA’yê de êrîşên Tirkiyeyê li ser axa Rojava berdewam dike. Tirkiye di 20’ê çileya 2018’an de beriya êrîşî Efrînê bike bi hevkariya TSK û OSO artêşek ava kirin û êrîşî Efrînê kirin. Serokomar Erdogan û Wezîre Parastinê Hûlûsî Akar beriya êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê êrîş bikin jî vê carê navê OSO guhertin û “Arteşa Niştimani ya Suriyeyê-ANS(Ceyşül Wetenî) ango MSO” ava kirin. Piştî artêşa ANS (MSO) ava kirin di 9’ê Cotmehê de dest bi êrîşan kirin. Li gorî lekolîn û berhevgirina belgeyan a Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Hevî Hesen heta niha belgeya 76 kesan hat tespîtkirin ku berê di nava DAIŞ’ê de cih girtine. ANHA xwe gihand 76 navên DAIŞ’î yên ku dewleta tirk ji bo êrîşên li ser Rojava wekî mertal dide pêş xwe.

Ajansa ANHA’yê di beşa yekemîn de ji 76 navan navê 39 çeteyên DAIŞ’ê parve kiribûn. Di beşa duyemîn de jî navê yên mayî parve kir. Ev DAIŞ’iyan ji Heleb û Ezazê derbasî Tirkiyeyê bûne û li wir ji aliyê MÎT’ê ve hatine perwerdekirin û niha êrîşê Rojava dikin.

40- Mihemed Omer El-Berxeş, bi nasnav Ebû Xalid Eyaş

23 salî ye û li navçeya Eyaş a Dêrazorê hatiye dinê. Navê dayika wî Zehra ye. Di sala 2014’an de li navçeya El-Tibnî ya girêdayî Dêrazorê tev li DAIŞ’ê bû û berpirsyarê çekên giran bû. Çû Minbicê û di sala 2016’an de jî reviya Ezazê. Tev li Ehrar El-Şerqiyê bû û niha li gel vê komê li Girê Spî ye.

41- Mihemed Mihêdîn El-Erendes, bi nasnav Ebû El-Rîm

Li Humsê hatiye dinê. Di sala 2013’yan de tev li Artêşa Azad bû û li Urdunê ji amerîkayiyan perwerde girtiye. Di sala 2014’an de ji amerîkayiyan çek dizîn, reviya û tev li DAIŞ’ê bû. Li Şamê bû emîr. Di sala 2016’an de wekî ewlekariya derve hat erkdarkirin. Çû Idlibê û ji tirkmenan perwerde girt. Piştre jî tev li Tumena Firqet El-Hemzat bû. Li gel vê komê tev li êrîşên li ser Efrîn û Til Rifatê bû. Niha li Girê Spî ye û ji mayinkirinê berpirsiyar e.

42 – Mihemed Xidir El-Elwanî, bi nasnav Ebû Îslam El-Ensarî

Li Dêrazorê hatiye dinê û 35 salî ye. Navê dayika wî Sûad e. Di sala 2013’yan de li navçeya El-Cedîd Egêdat a girêdayî Dêrazorê tev li DAIŞ’ê bû. Li Dêrazorê wekî emîrê berpirsyarê cebilxaneyê hat erkdarkirin. Li vir salekê ma, piştre derbasî Reqqayê bû û li navçeya Kesret Cimha heman erk berdewam kir. Di sala 2017’an de reviya navçeya El-Raî ya girêdayî Helebê û tev li Ehrar El-Şerqiyê bû. Li gel vê komê tev li êrîşên li ser Serêkaniyê bû.

43-Mihya El-Hemdûş, bi nasnav Ebû Nûr

Li Helebê hatiye dinê û 25 salî ye. Navê dayika wî Nûriya ye. Di sala 2014’an de li Balefirxaneya Tebqayê tev li DAIŞ’ê bû û li Idlibê di êrîşên ser baregeha Kiwêris a hewayî ya leşkerî de cih girt. Di sala 2017’an de reviya Ezazê û tev li koma Ehrar El-Şam bû. Niha li Girê Spî ye.

44 – Mistefa Mihemed El-Cayir, bi nasnav Ebû Yasir El-Şamî

Li herêma Sifîra ya girêdayî Helebê hatiye dinê. Navê dayika wî Seher e. Di sala 2014’an de li Reqqayê tev li DAIŞ’ê bû. Li herêma El-Xêr a Dêrazorê hat erkdarkirin û salekê li vir ma. Piştre ew şand Reqqayê û bû berpirsyarê parêzgeha Humsê. Di sala 2017’an de reviya El-Raî û tev li Ehrar El-ŞerqiyÊ bû. Niha li Girê Spî ye.

45 – Munîr Xelîl

Di sala 1997’an de li Şamê hatiye dinê û di sala 2015’an de tev li DAIŞ’ê bû. Di êrîşên li ser Şam, baregeha hewayî ya Teyfur û Xotayê de cih girt. Ew şandin Hemayê û piştî ku li gel koma xwe ket çemberê, xwe vekişand Idlibê. Li Idlibê tev li koma El-Hemzet bû. Niha li Girê Spî ye.

46 – Mûsa Hemed El-Mûsa, bi nasnav Ebû Ferec Bekesî

Li navçeya Eyaş a girêdayî Dêrazorê hatiye dinê, 27 salî ye. Navê dayika wî Fuziye ye. Di sala 2014’an de li navçeya El-Tibnî ya girêdayî Dêrazorê tev li DAIŞ’ê bû. Li Reqqayê li cem artêşa El-Xilafa çekên wekî BKC’ê bikar anîn. Di sala 2016’an de reviya El-Raî û tev li koma Ehrar El-Şerqiyê bû. Niha li Girê Spî ye.

47- Mûsa Hesen, bi nasnav Ebû Ayîşe

Li navçeya Eyaş a girêdayî Dêrazorê hatiye dinê. 27 salî ye. Navê dayika wî Fitme ye. Di sala 2014’an de li navçeya Tibnî ya girêdayî Dêrazorê tev li DAIŞ’ê bû. Bû berpirsyarê çekên wekî 23 MT. Li gel 40 endamên DAIŞ’ê reviya El-Raî. Li vir tev li Ehrar El-Şerqiyê bû û di rêveberiya leşkerî de cih girt. Niha li Serêkaniyê ye.

48 – Mûsa Mihemed El-Niklawî, bi nasnav Fatme El-Qenas

35 salî ye û li navçeya El-Teyane ya girêdayî Dêrazorê hatiye dinê. Di sala 2014’an de li navçeya Şedadê ya girêdayî Hesekê tev li DAIŞ’ê bû. Di artêşa Xîlafa de wekî sekvan (suîkastçî) hat erkdarkirin. Li Reqqayê di êrîşên ser Til Bêha de cih girt. Di sala 2017’an de reviya El-Raî û di koma Ehrar El-Şerqiye de wekî sekvan cih girt. Niha li Girê Spî ye.

49 – Qeys Mihemed El-Şêx, bi nasnav Ebû Mihemed El-Tebqawî

Di sala 1995’an de li Tebqayê hatiye dinê. Endamê eşîra El -Nasir e. Navê dayika wî Xaliye El-Şêx e. Di sala 2013’yan tev li El-Nusra bû. Di bin fermana emîrê bi navê Ebû Îsa El-Cebha de cih girt. Di sala 2013’yan de di êrîşên dijî Serêkaniyê de cih girt. Li gundê Til Helef ji zikê xwe birîndar bû. Di sala 2016’an de ew şandin Hemayê, ji wir jî çû Idlibê û bû parêzvanê Emîre Şerhiyê yê bi navê Ebû Mihemed. Di sala 2017’an de tev li koma Ehrar El-Şam bû. Di êrîşên ser Efrînê de cih girt. Niha li Girê Spî ye.

50 – Qûsey Seîd El-Ezîz, bi nasnav Ebû Seîd El-Humsî

Di sala 1991’an de li navçeya Xinêfîs a girêdayî Humsê hatiye dinê. Li nava Liwa El-heq a girêdayî Artêşa Azad, di bin fermana emîrê bi navê Ebû Ayid de cih girt. Di sala 2014’an de tev li DAIŞ’ê bû û di şerên li Şam, Hums û Hemayê de cih girt. Di sala 2017’an de bi rêya rayedarên tirk li gel komek endamên DAIŞ’ê ji Tedmurê derbasî Idlibê bû. Ji aliyê Tirkiyeyê ve hat perwerdekirin û derbasî Babê bû. Tev li êrîşên ser Efrînê bû. Di navbera Tumena El-Hemze û endamên DAIŞ’ê yên li çola (Sehra) Tedmurê de pêwendî çêkirin û rê vekirin ku derbasî Cerablusê bibin û tabûra xwe ava kir. 150 kesên di tabura wî de cih digirin, niha li Serêkaniyê di navbera Şerdan û El-Aliye de dimînin. Şûseyî niha li El-Aliyayê ye.

51- Rehed Husên El-Wekah, bi nasnav Ebû Basil El-Şamî

22 salî ye û li navçeya Tibnî ya girêdayî Dêrazorê hatiye dinê. Navê dayika wî Fitme ye. Di sala 2015’an de tev li DAIŞ’ê bû û li Reqqayê di artêşa Xîlafet de hat erkdarkirin. Piştre ew şandin Humsê, di êrîşên li ser Tedmurê de cih girt. Di sala 2017’an de reviya El-Raî û li vir tev li Ehrar El-Şerqiyê bû. Niha li Girê Spî ye.

52 – Rehid Îsa El-Berxeş, bi nasnav Ebû Zeyneb

34 salî ye û li navçeya Eyaş a Dêrazorê hatiye dinê. Di sala 2013’yan de li navçeya El-Tibnî ya Dêrazorê tev li DAIŞ’ê bûye. Ji kuştina gelek sivîlan berpirsyar e. Di êrîşên li ser Kobanê de cih girt. Di sala 2017’an de reviya El-Raî û tev li Ehran El-Şerqiyê bû. Niha li Girê Sipî ye.

53- Ridwan El-Humsî, bi nasnav Ebû Haris

28 salî ye û li navçeya Ebû Kemal a Dêrazorê hatiye dinê. Di sala 2013’yan tev li DAIŞ’ê bûye. Bû emîrê Hisbê, piştre ew şandin Humsê. 7 mehan li Humsê ma, piştre vegeriya Reqqayê û bû emîrê zekatan. Piştre reviya Ezazê û di sala 2017’an de tev li Tugaya Sultan Murad bû. Niha li Serêkaniyê ye û perwerdeya şerî dide.

54 – Rifat Îbrahîm El-Ikil, bi nasnav Ebû Rebî El-Ensarî

Di sala 1990’an de li Şamê hatiye dinê. Di sala 2014’an de li Humsê tev li Tabûra Riyad El -Salihîn bû û berpirsyarê çekên giran bû. Piştre çû Idlibê û tev li Tumena El-Hemze bû. Di sala 2018’an de tev li êrîşên ser Efrîn û Til Rifatê bû. Niha li Girê Spî ye.

55 – Salim Turkî El-Enterî, bi nasnav Ebû Sedam El-Ensarî

Li Tedmurê hatiye dinê, endamê Eşîra El-Emur e. Di sala 2014’an de li Badiya tev li DAIŞ’ê bû. Li Badiya wekî emîrê leşkerî erk girt û tev li êrîşên ser Tedmur û Tenefê bû. Di sala 2017’an de tev li koma Ehrar El-Şerqiyê bû, di êrîşên li ser Efrîn û Til Rifatê de ch girt. Niha li gel koma bi navê Lîwa 123 Ûle li Serêkaniyê ye. Di dîmenên ku qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriye ya Pêşerojê Hevrîn Xelef de cih digire.

56 – Samîr Elî El-Rawî, bi nasnav Ebû El-Haris El-Iraqî

23 salî ye û li Iraqê hatiye dinê. Di sala 2013’yan de tev li DAIŞ’ê bû û derbasî bajarê Reqqa bû. Li gundê Kesrat ê Reqqayê berpirsyarê perwerdeya teqemeniyan bû. Di sala 2017’an de reviya Ezazê û tev li Ehrar El-Şerqiye bû. Niha li Girê Sipî ye.

57 – Samîr El-Nasir Elanî, bi nasnav Xebab El-Iraqî

30 salî ye û li Iraqê hatiye dinê. Di sala 2013’yan de tev li DAIŞ’ê bû. Li Sehrayê wekî emîrê leşkerî hat erkdarkirin. Di sala 2015’an de li Hesekê wekî emîr, piştre jî li Reqqayê wekî berpirsyarê eniyê hat erkdarkirin. Piştî demeke kurt reviya Ezazê û li vir tev li Ehrar El-Şerqiyê bû. Niha li Girê Spî ye.

58 – Samîr Mihemed El-Bexdadî, bi nasnav Ebû Bekir Tehsînet

32 salî ye ji herêma Çelebiyê ya Dêrazorê ye. Di sala 2014’an de li herêma Şedadê ya Hesekê tev li DAIŞ’ê bû. Li Dêrazor û Reqqayê maye. Di sala 2017’an de reviya Ezazê û tev li Tumena El-Hemze bû. Niha li Serêkaniyê ye.

59 – Seîd Huzeyifî, bi nasnav Ebû Abdulah El-Cezrawî

37 salî ye û ji Erebistana Siûdî ye. Li Siûdiyê hiqûqa şerîî xwendiye. Li ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bû. Di sala 2015’an de li Reqqayê tev li DAIŞ’ê bû. Li navçeya Şedadê ya Hesekê bû Qadiyê Şerîî (dadmend). Di sala 2016’an bi heman erkê derbasî herêma Şimtiya ya Dêrazorê bû. Li vir 7 mehan ma. Di sala 2017’an de reviya Ezazê û tev li Ehrar El-Şerqiyê bû. Niha li Serêkaniyê ye. Wekî di dema DAIŞ’ê de, niha jî biryara înfazkirina dîlan (esîran) dide.

60 – Semîh Fûad Yazilcî, bi nasnav Ebû Welîd El-Dêrî

21 salî ye û li Dêrazorê hatiye dinê. Di sala 2015’an de li Reqqayê tev li DAIŞ’ê bû. Di şerên Reqqayê de cih girt. Di sala 2017’an de reviya El-Raî û tev li Ehrar El-Şerqiye bû. Niha li Girê Spî ye.

61 – Samîr El-Xalîd El-Ebid El-Omer, bi nasnav Ebû Silêman El-Ensarî

22 salî ye û li Reqqayê hatiye dinê. Di sala 2015’an de li navçeya Sêf El-Dewla ya Reqqayê tev li DAIŞ’ê bû. Di şerên li bejahiya Reqqayê de cih girt, piştre derbasî Dêrazorê bû. Li gel komeke ji 40 kesan pêk tê, di êrîşên ser Panorama de cih girt. Di sala 2017’an de reviya Ezazê û tev li Tugaya Sultan Murat bû. Tev li dagirkeriya li ser Silûkê bû, çekên giran bikar tîne.

62- Sofyan El-Qişhim, bi nasnav Ebû Sofyan El-Nihêmî

Di sala 1985’an de li Tedmurê hatiye dinê û di 2013’yan de tev li DAIŞ’ê bû. Yek ji damezirînerên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê ye. Li Şamê wekî berpirsyarê leşkerî tê nasîn. Di êrîşên li ser Tedmur, Hums, Hema û herêma Tenef de cih girt.

Li herêmên Hema, Siwêda û Selemiyê ji revandin û qetilkirina Îsmaîlî û Durziyan berpirsyar e. Erkdarê tenduristiyê Peter Kassîg ê amerîkayî li Idlibê revand, serê wî jê kir û dîmenên wî li ser Yuotubê weşandin. Wekî yek ji DAIŞ’iyên ku der barê wan de herî zêde biryara girtinê heye tê zanîn. Li gel komeke ji 150 kesan pêk tê, çû Idlibê û koma bi navê Lîwa El-Şuheda ava kir. Di kordîneya êrîşên li dijî Serêkaniyê de cih digire.

63 – Şerîf Elî Esbiro

Di 1987’an de li Idlibê hatiye dinê. Di sala 2014‘an de ji Idlibê tev li El-Nusra bûye. Li herêmê weke berpirsê asta jor hatiye erkdarkirin. Di 2017’an de derbasî Ezazê dibe û li vir tev li çeteyên di bin vêneriya dewleta tirk Ahrar El-Şerqiyê dibe. Tevî vê koma çete beşdarî dagirkirina Efrînê dibe. Bi Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê re di 9’ê Cotmehê de tev li êrîşên dagirkirina Girê Spî dibe. Niha li Silûkê ye.

64 – Tariq Abdulezîz El-Dêrî, bi nasnav Ebû Omer El-Dêrî

27 salî ye û li Dêrazorê hatiye dinê. Di 2015’an de li Şedadê tev li DAIŞ’ê bûye. Tev li şerê Reqqayê bûye. Di sala 2016’an de ji Halebê direve û diçe Ezazê. Li vir tevî komên çeteyên Ehrar El-Şerqiyê li cem dewleta tirk tev li êrîşên dagirkirinê dibe. Cihê xwe di destpêka êrîşên li dijî Girê Spî de digire. Niha li Silûkê ye.

65 – Tariq Qasim El-Dêrî, bi nasnav El-Hemşerî

27 salî ye û li Dêrazorê hatiye dinê. Di 2016‘an de li Reqqayê tev li DAIŞ’ê bû. Gelek êrîşên bombeyî ku yên li herêmê qewimîne bi rêxistin kirine. Di 2017’an de ji Halebê derbasî Ezazê bûye. Tevî çeteyên Ehrar El-Şerqiyê tev li êrîşên dewleta tirk a li hember bakur û rojhilatê Sûriyeyê bûye. Niha li Girê Spî ye.

66 – Xelef El-Hac Omer, bi nasnav Ebû Abdulah Xerîta

Li Dêrazorê hatiye dinê. Di 2014’an de li vî bajarî tev li DAIŞ’ê bûye. Di 2016‘an de derbasî Halebê dibe û ji vir jî tev li çeteyên dewleta tirk dibe. Tevî çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û komên destpêkê yên êrîşê Girê Spî kirine cih girtiye. Niha li Silûkê ye.

67 – Xalid El-Hecacî El-Hezaî, bi nasnav Ebû Fêsel El-Ensarî

Di sala 1990‘an de li Humsê hatiye dinê. Di 2014’an de tev li DAIŞ’ê bûye. Li balafirgeha El-Teyfûr di şer de maye. Di 2017’an de derbasî Idlibê dibe û ji wir jî derbasî Tirkiyeyê dibe. Ji aliyê leşkerên tirk ve hatiye perwerdekirin. Di dagirkirina Efrînê de cih girtiye. Di nava çeteyên Tugaya Sultan Murad de, koma çeteyên yekemîn ên ku êrîşê Serêkaniyê kirin de, cih girt. Wêneyên wî di çapemeniyê de jî derketin. Niha li Serêkaniyê ye.

68 – Xelef Hîlal El-Ebid El-Omer, bi nasnav Ebû Omer Mehdan

37 salî ye û li Dêrazorê hatiye dinê. Di 2015’an de tev li DAIŞ’ê bûye. Doçka û çekên giran ên din bi kar anîne. Li Reqqa û Kobanê tev li şer bûye. Di 2017’an de direve û diçe Helebê. Ji dîmen û wêneyan hat dîtin ku tevî komên çete yên Ehrar El-Şerqiyê bi dewleta tirk re tev li dagirkirina Girê Spî bû. Niha li Girê Spî ye.

69 – Xesan Elî El-Kurdî

Li Hesekê ji dayik bûye û 27 salî ye. Di 2015’an de li Şedadê tev li DAIŞ’ê bûye. Dîroka qutbûna ji DAIŞ’ê nayê zanîn. Herî dawî li gorî dîmen û wêneyên di çapemeniyê de derketine, bi çeteyên Ehrar El-Şerqiyê re tev li êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Serêrekaniyê bûye. Niha li Serêkaniyê ye.

70 -Xetab Elî El-Mislawî, bi nasnav Ebû Xetab El-Iraqî

Li Iraqê hatiye dinê. Di 2014’an de tev li DAIŞ’ê bûye. Tev li şerê Hesekê, Dêrazor û Tebqayê bûye. Di  sala 2017‘an de dema ku Reqqa ji aliyê HSD’ê ve hat rizgarkirin revî Helebê. Piştre tev li çeteyên dewleta tirk bû. Niha li Serêkaniyê ye.

 71 – Xetab Mihemd El-Xidir

24 salî ye û ji Helebê ye. Di 2015‘an de li Tebqayê tev li DAIŞ’ê bû. Çekên giran ên weke obûs û hawan baş bikar tîne. Di 2017’an de reviye Helebê. Tevî komên çete yên Ehrar El-Şerqiyê bi dewleta tirk re êrîşî Girê Spî kir. Niha li Girê Spî ye.

72 – Xezwan El-Şimerî El-Ebid, bi nasnav Ebû Merwan Şerhî

30 salî ye û li Şamê hatiye dinê. Di sala 2014’an de li Reqqa tev li DAIŞ’ê bûye. Tev li şerê li Mûsil, Dêrazor û Reqqayê bûye. Di sala 2017’an de derbasî Ezazê dibe û li wir jî tev li komên çete yên dewleta tirk Ehrar El-Şerqiyê dibe. Di êrîşa Girê Spî de cih girtiye û wisa tê payîn ku niha li navenda bajêr e.

73 – Yehya, bi nasnav Ebû Zekriya El-Ensarî

Di 1994’an de li Humsê hatiye dinê. Di 2014’an de tev li DAIŞ’ê bûye. Tev li şerê Hema û Helebê bûye. Ji wir derbasî Tirkiyeyê bûye. Ji aliyê leşkerên tirk ve hatiye perwerdekirin. Di bin navê Tûmena El-Hamza de tev li dagirkirina Efrînê bûye. Niha bi çeteyên dewleta tirk re li Girê Spî ye.

Bi DAIŞ û leşkerên tirk re, wêneyên wî yên hatine kişandin, hene.

74 – Yehiya Ewad El-Cerad, bi nasnav Ebû Mihemed El-Humsî

Di 1992’yan de li Humsê ji dayik bûye. Di 2014’an de li Hema tev li DAIŞ’ê bûye. Tev li şerê Şam, Hema û Humsê bûye. Di 2017’an de tevî 15 kesan derbasê Tirkiyeyê bûye. Ji aliyê leşkerên tirk ve hatiye perwerdekirin. Tev li dagirkirina Efrînê bûye. Di 9’ê Cotmehê de bi çeteyan re êrişî Serêkaniyê kir. Niha li Serêkaniyê ye.

Dema ku li cem DAIŞ’ê wêneyên wî yên hatine kişandin, hene.

75 – Yehqûb El-Dêxim, bi nasnav Ebû El-Wês

Di 1992’yan de li Idlibê ji dayik bûye. Di 2014’an de li Idlibê tev li El-Nusra bûye. Di 2018’an de derbasî Cerablusê dibe û tev li çeteyên Ehrar El-Şerqiyê dibe. Bi dewleta tirk re tev li êrîşên dagirkirina Girê Spî bû. Niha li Girê Spî ye.

76 – Ziwêbir Abdulfetah El-Hac Ebid

Di 1995’an de li Tebqayê hatiye dinê. Di 2013’yan de tev li El-Nusra dibe û di nava çeteyên ku êrîşê Serêkaniyê kiriye de, cih girt. Derbasî Ezazê bû. Bi çeteyên Ehrar El-Şam re tev li dagirkirina Efrînê jî bû. Di 9’ê Cotmehê de bi dewleta tirk re êrîşî Girê Spî kir. Niha li Girê Spî ye.

77- Mihemed Casim El-Reşo

Ji Serêkaniyê ye. Bavî wê Casim El-Reşo berê mîrê DAIŞ‘ê bû. Di 24‘ê Cotmeha 2019‘an de dema DAIŞ‘iyê girtî yên li bajarokê Mebrûka hatin berdan li wir hate dîtin. Di sala 2014‘an de wî û bavê xwe li Girê Spî komkujî derheqê sivîlan pêk anîn. Piştî rizgarkirina Girê Spî ji aliyê YPG‘ê reviyan Tirkiyeyê, piştre dîsa vegeriyan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar