Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Îktîdar çeteyan li hev kom dike û êrîşî kurdan dike’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, di kongreya asayî ya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê de bal kişand ser polîtîkayên şer ên îktidarê û wiha got: “Îktîdar ji bo dijminantiya kurdan hemû komên çete yên çekdar li hev kom dike û êrîşî kurdan dike. Di encama polîtîkayên şer ên îktîdarê de ji para kurdan re gule û ji ya tirkan re jî siyanur ma.”

Rêxistina HDP’ê ya Rihayê, bi tevlêbûna hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bi hişyariya ‘Em bi hevî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin’ 3’yemîn Kongreya Asayî pêk anî. Endamên meclisa HDP’ê, Rêveberiya Partiya Saadetê, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî kongreyê bûn. Kongreyê, bi rêzgirtin û hilbijartina dîwanê dest pê kir.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di kongreyê de bal kişand ser polîtîkayên şer ên îktîdarê û wiha got: “Di encama polîtîkayên şer ên îktîdarê de ji para kurdan re gule û ji ya tirkan re jî siyanur ma. Îktîdar gelan dike dijminê hev û wan li hev sor dike. Ev tovê dijminantiyê ku îktîdar di nava gelan de diçîne dê qet mezin nebe. Naxwazin ku gelên qedîm bi hevre bijîn. Ev îktîdar mafê jiyanê ji bo kurdan nas nake.”

Di axaftina xwe de Temellî bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “5 sal in tecrîdek giran li Îmaliye tê meşandin. Divê ev tecrîd bê şikandin. Divê gavên hiqûqî û edaletê bên avêtin. Tecrîda li ser Tirkiyeyê, ewil bi rakirina tecrîda li Îmraliyê dest pê dike. Ji bo vê yekê jî divê ewil pirsgirêka kurd çareser bibe.”

DAIŞ’ê didin pêş û êrîşî axa herî pîroz dikin

Temellî da zanîn ku îktîdar ji bo dijminantiya kurdan hemû komên çete yên çekdar li hev kom dike û êrîşî kurdan dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ewil ketin Efrînê. Hûn kê ji axa kê derdixin. DAIŞ’ê dixin pêxiya xwe û êrîş dikin. We ew herêma wekî bihiştê kir dojeh. We li Sûriyeyê çareseriyê xetimand. Nêzî 400 hezar mirov ji ber şer neçar ma ku ji ser axa xwe koç bike. Çima êrîş dikin. Ji ber ku ew dijminê kurdan in. Demokratîkbûna Sûriyeyê, demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Werin em bi hevre li dijî faşîzmê têbikoşin. Yên ji tezkereyê re gotin ‘Erê’ bêguman nikarin demokrasiyê pêş bixin. Em îro dibînin ku ji ber şer, ji para kurdan re gule û ji para tirkan re siyanur ma. Em ê li dijî vê yekê têbikoşin. Em gule tang û topan naxwazin. Gel şer naxwaze. Ev butçe êdî bûye butçeya şer û qesrê.”

Piştî axaftinê hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Mîkaîl Gozek û Emîne Çetîner ji bo hevserokên HDP’ê ya Rihayê hatin hilbijartin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar