Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD’ê bîlançoya roja 32’yemîn a berxwedanê aşkera kir

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Qizalî û Mişêrfayê kirin û hêzên wan jî di çarçoveya mafê xweparastinê de bersiva dane. HSD’ê da zanîn ku di şer de gelek çete û leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê nivîskî encama şer û berxwedana roja 32’yemîn a li rojavayê Kurdistanê bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:

“Balafirên bêmirov ên artêşa tirk a dagirker bênavber li ser hemû herêmên bakurê Sûriyeyê geriyan û cih bi cih jî êrîşî herêmê kirin.

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Qizalî û Mişêrfayê êrîşî herêmên sîvîlan kirin û hewl dan ku herêmên nû dagir bikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan û di encamê de pevçûn qewimîn. Di encama pevçûnê de hejmarekê çeteyên artêşa tirk a dagirker hatin kuştin lê belê di der barê hejmarê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Di vê berxwedanê de 5 hevalên me şehîd bûn û 3 hevalên me jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar