Komîteyên mafnasiyê yên herêma Cizîrê ji bo belgekirina sûcên dewleta tirk û darizandina dewleta tirk di dadgehên navdewletî de, komîteyeke belgekirina binpêkirin û sûcên şer ên ku dewleta tirk û çeteyên wê ava kir
Bi armanca belgekirina sûcên dewleta tirk ên ji 9’ê cotmehê heta niha yên li rojavayê Kurdistanê kirin, bi hevkariya Yekitiya Parêzeran û bi tevlêbûna 7 komîteyên mafnasan ên ji herêma Cizîrê, li Hesekê komîteyeke ji 6 endamên jin pêk tê hate avakirin. Bi heman boneyê li Til Temirê jî komîteyek hate avakirin. Komîteyê şaxên xwe li Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Dêrik, Kobanê, Tebqa û Reqayê ava kirin.
Endama Komîteya Belgekirina Binpêkirinên li Herêmên Rêveberiya Xweser Aynûr Başa têkildarî mijarê axivî û got ku ji destpêka êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê ve wan dest bi xebatê kir û heta niha bi sedan binpênkirin belge kirine. Başa da zanîn ku wan gelek rewşên weke kuştin, hedefgirtina sivîlan, talankirina mal û milkê geli hedefgirtina xebatkarên tenduristiyê û cihên dîrokî û olî belge kirine.
Başa destnîşan kir ku bi gelek aliyên derve yên weke komîteya çavdêr û belgekirina rastiyan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re jî di nava têkiliyê de ne. Başa herî dawî jî wiha got: “Em dixwazin dadgeheke taybet a mîna dadgehên Harîrî, Rûanda û Yûgoslavyayê were avakirin da ku dewleta tirk bê darizandin. Ev yek zehmet e lê ger çênebe em ê li gorî derfetên xwe bixebitin heta ku dewleta tirk ji ber sûcên xwe tê darizandin.” HESEKÊ