Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

‘Dewleta tirk li her cihekî dijminatiya kurdan dike’

Welatiyên Ranyayê diyar kirin ku dewleta tirk bêyî ku cudahiyê bixe navbera wan, li her cihekî dijminatiya kurdan dike. Welatiyan destnîşan kir ku dewleta tirk li temamiya Kurdistanê li pey dagirkeriyê ye

Welatiyên Ranya ya Silêmaniyê têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê ji Rojnewsê re axivîn. Welatiyan destnîşan kir ku dewleta tirk cudahiyê naxe navbera kurdan.

Ji welatiyan Aram Qadir diyar kir ku li rojavayê Kurdistanê gelê kurd di bin metirsiya dagirkeriya dewleta tirk de ye û wiha dom kir: “Ger dewleta tirk li rojavayê Kurdistanê bi ser bikeve dê sibe jî berê xwe bide başûrê Kurdistanê. Li başûrê Kurdistanê divê gelê kurd li hemberî leşkerên tirk ên li ser xaka Kurdistanê şiyar bin. Dewleta tirk a faşîst li her cihê ku kurd lê bin, dijberiyê dike û tu cudahiyê naxe navbera kurdan.”

Bang li hemû kurdan kir

Qadir destnîşan kir ku gelê kurd û hêzên siyasî li dijî dagirkeriya dewleta tirk divê xwedî yek helwest bin û bi hev re li dijî wê bisekinin. Qadir wiha pê de çû: “Tu kes piştgiriya gelê kurd nake. Ya ku hewce, hevgirtina kurdan bi xwe ye. Ez bang li her çar parçeyên Kurdistanê dikim ku li dijî siyaseta dewleta tirk dakevin qadan.”

‘Hinek aliyên siyasî bi dewleta tirk re dicivin’

Welatiyê bi navê Mihemed Resûl jî daxuyand ku êrîşên dewleta tirk ên niha ji êrîşên 31’ê tebaxê û 16’ê cotmehê cuda nînin û wiha bi dawî kir: “Li her çar parçeyên Kurdistanê dewleta tirk dagirkeriyê dike. Dagirkerî û hegemonyaya xwe ya li başûrê Kurdistanê jî roj bi roj zêdetir dike. Lê tu aliyên siyasî li dijî vê xwedî helwest nînin. Hestên gelê kurd ên li dijî dagirkeriyê baş in lê mixabin hinek rêveberên partiyan li ser maseyan bi dewleta tirk re dicivin.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar