Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Welatiyên Rizgarî: Em ji birçan bimirin jî dê malên tirkan nekirin

Welatiyên bajaroka Rizgarî ya Germiyanê diyar kirin ku ziyana herî mezin a ku ew didin gel û xaka xwe ew e ku li ser aboriya dewleta tirk dînarekî zêde bikin. Welatiyan got ku zarokên wan ji birçan bimirin jî ew ê malên tirkan êdî nekirin

Kampanyaya boykotkirina malên tirkî ya li başûrê Kurdistanê ku bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin, roj bi roj berfirehtir dibe. Yek ji herêmên ku kampanya lê berfireh dibe jî bajarokê Rizgarî ya herêma Germiyanê ye. Welatiyên Rizgariyê der barê mijarê de bi Rojnewsê re axivîn.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Ebas Elî got ku wî ji destpêka dagirkeriya dewleta tirk ve dest bi boykotkirina malên tirkî kiriye. Elî diyar kir ku ger ew bizane malbata wî dê ji birça bimire jî ew ê malê tirkî nekire û wiha domand: “Ziyana herî mezin a ku em didin gelê xwe ew e ku em dînarekî pere li ser aboriya welatê ku xaka me dagir dike û gelê me şehîd dixe bikin. Boykotkirina malê tirkî xwedî bandoreke mezin e. Ji ber ku dewleta tirk, başûrê Kurdistanê ji bo zindîkirina malê xwe weke navendekê girîng dibîne. Divê em girîngiyê bidin berhemê xwemalî.”

‘Dewleta tirk dixwaze vîna gelê kurd têk bibe’

Ji welatiyan Cemal Şikûr jî daxuyand ku dewleta tirk di her alî de bi hemû hêza xwe şerê kurdan dike û wiha bi dawî kir: “Hewl dide ku vîna niştimanî ya kurdan têk bibe. Dewleta tirk di nava qeyrana aborî de ye û divê kurd xwedî aboriyeke serbixwe bin. Ez dizanim ku boykotkirina malên tirkî dê aboriya Kurdistanê bihêz bike. Ji ber vê jî malên tirkan nakirim. Ji bo sererastkirina lawaziya heyî divê komelek û siyaseteke me hebe. Ji ber ku ger em bi rewşa heyî bidomînin dê bi temamî têk biçin.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar