Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Artêşa tirk li Serêkaniyê ciwanek îşkence kir

Leşkerên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li Serêkaniyê ciwanê bi navê Yûsif Ehmed revandin û îşkenceyeke giran lê kirin. Têkildarî aqûbeta Yûsif tu agahî nehatin bidestxistin

Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê di 9’ê cotmehê de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşeke qirkirinê da destpêkirin. Di çarçoveya êrîşên qirkirinê de bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi hezaran birîndar kirin û bi sedhezaran jî koçcber kirin. Hêzên dagirker ên ku piştî lihevkirina di navbera HSD’ê û dewleta tirk a bi navbeynkariya DYA’yê karîn bikevin Serêkaniyê û Girê Spî, ji rojên destpêkê ve dest bi hovîtiya xwe kirin.

Hêzên dagirker ên ku ji rojên destpêkê yên dagirkeriyê ve dest bi guherandina navên saziyan, gund û taxan kirin, li ser gelê herêmê jî polîtîkayeke wehşetê dimeşînin. Hat zanîn ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ û El Nusrayê ciwanê bi navê Basil Yûsif Ehmed ê ji Serêkaniyê girtin û birin cihekî nediyar. Çavkaniyan got ku dagirkeran Ehmed bi awayeke hovane îşkence kirin. Hê jî tu agahî ji Ehmed nayên girtin.

Agahî ji Ehmed nayên girtin

Di wêneyê ku hatine parvekirin de asta hovîtiya îşkenceya ku leşker û çeteyên dewleta tirk li Ehmed kirine diyar dibe. Hêjayî gotinê ye ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji roja dagirkirina Serêkaniyê heta niha li dijî gelê navçeyê binpêkirinên mezin dikin. Bi gelek raporan, dizî, talan, revandin û fîdye yên ku dagirker li ser gelê herêmê dike hatine belgekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar