Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi çekên giran êrîşî gundên Qasimiye, Rihaniye, Reşîdiye û Azîziye yên Til Temirê dikin
Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê bi çekên giran û bi tank û panzeran êrîşî gundên Qasimiye, Rihaniye, Reşidiye û Azîziye yên navçeya Til Temirê dikin.
Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku li ser êrîşên hêzên dagirker, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bersivên tund dan û li herêmê şerekê giran heye.
Têkildarî encamên şer agahiyên zelal nehatin bidestxistin. TIL TEMIR