Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Lîsteya sûcên şer ên dewleta tirk dê bê amadekirin

Rêveberiya Xweser û Komîteya Belgekirina Sûcên Şer ên derheqê gelê kurd de, lîsteya dozgeriyeke qanûnî û belgekirî li dijî bikaranîna artêşa tirk ji çekên qedexekirî, komkujî û sûcên şer amade kir da ku radestî Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û rêxistinên navdewletî bike

Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêma başûrê Kurdistanê bi Komîteya Belgekirina Sûcên Şer ên derheqê gelê kurd de civiya da ku binpêkirin û komkujiyên dewleta tirk û çeteyên wê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne, kifş bikin.

Di dawiya hevdîtinê de nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Silava Dîlber Silêman, Komîteya Belgekirina Sûcên Şer û Komkujiyan û serokê komîteyê Şêrez Talebanî daxuyaniyeke hevbeş ji raya giştî re dan.

Di destpêka daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Komîteya Belgekirina Sûcên Şer û komkujiyên derheqê gelê kurd de, xîtabî dadgehên navdewletî yên taybet bi sûcên şer û komkujiyan, Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî, Desteya NY’yê, rêxistinên navneteweyî yên taybet bi qedexekirina çekên kîmyewî û biyolojîk rêxistinên mafên mirovan ên parastina mafên mirovahiyê dikin ku destwerdana komkujî, qirkirina etnîkî, komkujiyan, dagirkirina xakan, diziya mal û milkan û zêdegaviyên ku dewleta tirk bi hevkariya komên çeteyan ku li gorî hevpeyamanên navdewletî divê werin cezakirin, derheqê pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, bikin.”

Zêdegaviyên dewleta tirk

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zêdegaviyên ku dewleta tirk pêk tîne binpêkirina qanûn û yasayên navdewletî ye û wiha hat domandin: “Ji ber ku ji 9’ê Cotmeha derbasbûyî û heta niha li gundên Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temir û gundên derdora Qamişlo û bajaran rû dide, sûcên şer diqewimin û divê yekser komîteya lêpirsînê were avakirin. Dewleta tirk û çeteyên xwe hêj êrîşên pêk tînin û qanûnên navdewletî binpê dikin. Gihişt asta ku li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê beyî ku cudabûnê bixe nava pêkhateyên ereb, kurd, suryan, çerkes, ermen û asûriyan çekên qedexekirî bikar bîne û zêdetirî 30 sivîl, di nav wan de zarok hene, bûne qurbaniyên çekên qedexekirî.”

Bang li aliyên berpirsyar hat kirin

Di berdewamê de hat destnîşankirin ku divê dadgehên navneteweyî, sazî û rêxistinên peywenîdar û di serî de rêxistina qedexkirina çekên kîmyasal û biyolojî helwestên xwe diyar bikin û der barê rastiyê de lêkolîn bikin.

Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku bêdengiya civaka navdewletî der barê erkên xwe ji bo binpêkirinên Tirkiye û çeteyên wê re dihêle ku dewleta tirk binpêkirina zagonên navdewletî de û bikaranîna çekên qedexekirî di aliyê navdewletî de, zêde bike û wiha hat gotin: “Di heman demê de bêdengiya navdewletî dihêle ku cîhan ji pîvanên wekhevî, maf û berpirsiyariyê vala bibe. Ev yek ji bo dewleta tirk destek û piştgirî ye da ku siyasetên xwe yên derqanûnî bi hêsanî derbas bike. Gelek rewş hene û teqez dike ku dewleta tirk çekên qedexekirî bikar aniye.”

Çekên qedexekirî

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komîteya belgekirina sûcên qirkirina komî li dijî gelê kurd û bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belgekirina sûcên li dijî pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin, girt ser milê xwe û ev tişt hat gotin: “Ev yek dê bi rêya gerên meydanî ji kesên ku ji ber bikarîna çekên qedexekirî zirar dîtîne dê were kirin. Çi di kampên li parêzgehên başûrê Kurdistanê bin her wiha dê gerên meydanî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê were kirin. Herêmên ku ji ber êrîşên hovane yên dewleta tirk û çeteyên wê û bikarîna çekên qedexekirî zirar dîtine.”

Sûcên hovane pêk anîn

Her wiha daxuyanî wiha bi dawî bû: “Lîsteyeke bi dozên qanûnî yên li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst ji bo pêkanîna sûcên şer, qirkirina komî û bikarîna çekên qedexekirî di aliyê navdewletî de li dijî sivîlan, hatiye amadekirin. Hemû şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji kurd, ereb, suryan, çerkez û ermenan dê îmze bikin û piştî wê lîsteya dozên qanûnî û gazincan ku ji aliyê kesên zirar dîtine hatiye îmzekirin dê bi wêne, dîmen û dengên qeydkirî û belgekirî ji dadgeha cînayetên navdewletî, dadgeha mafên mirovan a Ewropayê û hemû rêxistinên navdewletî li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo pêkanîna sûcên hovane, were pêşkêşkirin da ku werin dadgehkirin û cezayên xwe li gorî zagon û pîvanên navdewletî bistînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar