HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa tirk a dagirker ji roja ragihandina agirbestê ya 17’ê cotmehê ve 190 caran ji hêla bejahî û hewayî û 82 caran jî bi drone û balafirên şer agirbest binpê kiriye
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya binpêkirinên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên piştî agirbesta ku di 17’ê cotmehê de hate ragihandin, daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.
HSD’ê daxuyand ku piştî 17’ê cotmehê komên çete û artêşa tirk a dagirker 190 caran bi êrîşên bejahî û hewayî agirbest binpê kir. HSD’ê destnîşan kir ku hêzên dagirker di heman demê de 82 caran jî êrîşên hewayî yên bi drone û balafirên şer pêk anîn.
Herî dawî jî HSD’ê daxuyand ku di êrîşên dagirkeran ên piştî ragihandina agirbestê de 182 şervanên wan şehîd bûn û 243 şervanên wan jî birîndar bûne.