HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomin. HSD’ê diyar kir ku di şer de 2 çete hatin kuştin
Navend Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî encamên şer û pevçûnên dawî daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.
HSD’ê destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî herêmê berfirehtir kirin.
Daxuyanî wiha dom kir:
“ZIRGAN
* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafirên şer û çeken giran êrîşî gundê Um Se’êfa kirin.
TIL TEMIR
* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, balafirên şer û balafirên keşfê êrîşî gundê Rihaniyê kirin. Li ser bersivdayîna hêzên me jî şerekî giran qewimî lê encamên şer nehatin zelalkirin.
EYN ÎSA
* Li derdora rêya M4 a navneteweyî li gundên Tirwaziyê û Ebû Sîra artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi çeken giran û balafirên şer êrîşên xwe yên berfirehkirina dagirkeriyê didomînin. Di encama bersivdayîna hêzên me de şer qewimîn lê belê encam nehat zelalkirin.
* Di encama bersivdana hêzên me ya li dijî dagirkeran de bi giştî 2 çete hatin kuştin.
* Her wiha hevalekê me jî bi lehengî şer kir û şehîd bû. Di şer de 9 hevalên me jî birîndar bûn.”