Li başûrê Kurdistanê pêngava jêbirîna kanalÊn ku rêzefilmên tirkî diweşînin dest pê kir. Tê payîn ku hezaran welatiyên başûrê Kurdistanê beşdarî vê pêngavê bibin
Li ser tora civakî demek beriya niha hatibû ragihandin ku dê di roja 11’ê mijdarê de pêngava jêbirina kanalên ku rêzefilmên tirkî diweşînin destpê bikin. Îro ev pêngav hate destpêkirin. Di roja destpêkê de bi hezaran welatî beşdarî vê pêngavê bûn û dîmenên jêbirina van kanalan li ser torên civakî belavkirin.
Ev pêngav ji beriya niha li ser tora civakî ya Facebook’ê hate ragihandin ku komeke zêdetirî 300 hezar kes têde endamin, roja 11’ê mijdarê wek roja jêbirina van kanalan destnîşan kiribûn. Dê ev kampanya heta 22’yê mijdarê berdewam bike.
Beşdarên kampanyaya boykotkirina malên tirkî heta 11’ê mijdarê dem dabûn van kanalan. Ger heta 11’ê mijdarê weşandina rêzefilmên tirkî nerawestînin, dê wan kanalan û kanalên din ên tirkî ji cîhazên xwe jê bibin.