PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Dewleta tirk malbatên çeteyan li Girê Spî bi cih dike

Artêşa tirk û çeteyên wê malbatên çeteyan li malên kurdên li bajarê Girê Spî bi cih dikin

Piştî dagirkirina dewlet tirk û çeteyên wê yên bajarê Girê Spiyê, dewleta tirk li bajêr dest bi guhertina demokrafiya bajêr kir û her wiha çeteyên wê jî mal û milkên gel talan dikin.

Di çarçeveya vê guhertina demografiyê û talankirinê çavkaniyên herêmî ji hundirê bajarê Girê Spiyê ji ajansa ANHA’yê re ragihandin ku artêşa tirk û çeteyên wê El-Nusra û DAIŞ malbatên çeteyan li malên kurdan ên hundirê bajêr bi cih dikin û mal û milkên wan desteser dikin.

Di heman demê de çavkaniyan diyar kirin ku hin kolan niştecihên wê bi temamî kurd in û çete û malbatên xwe ketine wan malan, di gel ku têketin û derketinên bajêr girtine, tenê têketinek hiştine û çeteyan da ku şênî negihêjin malên xwe bendên kontrolê danîne.

Çavkaniyan dan zanîn ku li bajêr xof û tirsek mezin heye, di heman demê şênî ditirsin ku çete mal û milkên wan desteser bikin û wan ji malên wan derxînin û destnîşan kirin ku li hundirê bajêr rewşên dizî û wêrankirina mal û milkan zêde ne. GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar