Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: Li Agiriyê 10 leşkerên tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Agiriyê di çalakiyeke gerîla de herî kêm 10 leşkerên tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de li Eyaleta Serhedê li nêzî qereqola Şilê ya navçeya Bazîdê ya Agiriyê hêzên wan yekîneyeke artêşa tirk xistina bin kontrola xwe û di 9’ê cotmehê de jî çalakiyeke sabotajê kirine û ev agahî parve kir: “Di vê çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi piştevaniya helîkopterên kobra û wesayîtên zirxî û ambûlansan leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê derxist.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakî pêk anîn.

Di vê çarçoveyê de;

Di 10’ê Mijdarê de saet di 15:45’an sw hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li ser Girê Partîzan çalakiyek kirin. Derbên xurt li çeper û stargehên dijmin hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Di 11’ê Mijdarê de saet di 08:20’î de hêzên me li Girê Partîzan careke din çalakî kirin. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper, kon û konteynirên li ser gir hate xistin gelek kon û konteynir şewitîn û îmha bûn. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî kirin.

Li gorî vê yekê;

Di 8’ê Mijdarê de saet di 11:45’an de balafirên şer bombe li qada Kesta ya herêma Metîna barandin.

Di 10’ê Mijdarê de saet di 16:00 de balafirên şer bombe li qada Tepê Sor a herêma Avaşînê barandin.

Di 12’yê Mijdarê de saet di 07:00 de qada Werxelê ya herêma Avaşînê hate bombekirin.

Di 10’ê Mijdarê de ji ber êrîşa hewayî 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûn wê piştre bên eşkerekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar