Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

‘Divê kurd di çarçoveya bernameyeke neteweyî de têkoşîneke hevpar bidin’

Nûnerên partî û rêxistinên kurd ên li bakurê Kurdistanê destnîşan kirin ku sedema pêvajoyên biêş ên ku gelê kurd niha dijî, nebûna yekitiya neteweyî ye. Nûneran destnîşan kir ku divê hemû partiyên kurd li ser esasên neteweyî û di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de bernameyeke hevpar ava bikin û li gorî wê têbikoşin

Nûnerên partî û rêxistinên kurdan ên li bakurê Kurdistanê têkildarî yekitiya neteweyî ya gelê kurd ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.  Nûneran destnîşan kirin ku gelê kurd di serdemekî awarte re derbas dibe û divê demildest yekitiya xwe ava bike.

Der barê mijarê de endamê Lijneya Rêvebirinê ya Navendî (MYK) yê PAK’ê Hanîfî Turan diyar kir ku divê hemû partiyên kurd ji ber rewşa rojavayê Kurdistanê bên cem hev û wiha got: “Rojava di bin xetereyeke mezin de ye. Dibe ku Tirkiye demografyaya wê derê jî xerab bike. Di serî de divê partiyên Rojava bi taybet jî TEV-DEM,  ENKS û hemû partiyên din li ser esasên mutabaqata Duhok û Hewlerê bên cem hev. Bi pêşkeşiya kek Mesûd Barzanî dikarin bên cem hev û li Rojava îdareyeke hevbeş ava bikin. Ji bo ku di komîteya amadekarina Komîteya Makeqanûnê ya Sûriyeyê de cih bigirin jî divê dîplomasiyeke hevbeş bimeşînin û şandeyeke hevbeş bişînin.”

Kongreya neteweyî

Turan ji bo yekitiya neteweyî jî ev tişt anî ziman: “Ji bo kongreya neteweyî hewceye ku her parçeyek di nava xwe de konferansan li dar bixe. Ger her parçe ji ewilî di nava xwe de bibe yek. Beriya niha xebatên bi vî awayî çêbûn. Lê ev xebat nedomiyan. Başûr li gorî parçeyên din rehettir e. Parlamentoyeke wan heye û dikarin komîsyonekê ava bikin ku li ser navê wan tev li kongreyê bibe. Lê em li Bakur parçe parçe ne. Divê yekitiya kurdan li ser esasên neteweyî, demokratîk û nîjadî pêk were. Di wê baweriyê de me ku ger wiha dê bi ser bikeve.”

Rewşa parçebûyî ya gelê kurd

Der barê mijarê de alîkarê Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî jî da zanîn ku gelê kurd bi sedan salene li hêviya yekitiya neteweyî ye û wiha dom kir: “Ji ber rewşa parçebûyî, mixabin xelkê me gelek paşde ma. Ji ber ku gelek partî û rêxistin li gorî berjewendiyên xwe nêz dibin, yekitî pêş neket. Divê hemû partî û rêxistin, sazî û dezgeh bername û bîrdoziya xwe bidin aliyekî û kurdayetî û berjewendiyên gelê kurd esas bigirin. Divê bername û destûreke hevpar hebe. Yekitî bi kongreyeke neteweyî pêkan e. Gelek caran hewldanên ji bo kongreya neteweyî çêbûn. Lê mixabin ji ber nakokiyên di navbera partiyan de, yekitî û kongre çênebûn. Rûdanên dawî mirov pir di êşînin. Hemû partî, sazî û dezgehên kurdî jî van dibînin. Hêvîdarim ku êdî bîrdozî û bernameyên xwe bidin aliyekî û neteweyî bifikirin.”

‘Divê hemû partiyên kurd rexnedayîna xwe bidin’

Endamê Lijneya Rêveberinê ya Navendî (MYK) yê KKP’ê Yaşar Kazici jî destnîşan kir ku divê hemû partiyên kurd li ser pêknehatina yekitiya neteweyî bifikire û wiha pê de çû: “Divê hemû kes rexnedayîna xwe bide. Partiyên li her çar parçeyên Kurdistanê bi navê demokrasiyê têkiliya xwe bi mêtingerên xwe re danîne. Hewceye ku kurd destê demokratbûnê dirêjî hev bikin. Divê em ji rewşa Rojava û pêvajoya referanduma başûrê Kurdistanê ders derxînin. Sedema van pêvajoyên giran nebûna yekitiya neteweyî ye. Ji ber vê jî divê partiyên Kurdistanê pêşengiyê ji yekitiya neteweyî re bikin. Li Bakur ji bo yekitiyê xebatek heye. Bi taybet jî divê partiyên mezin pêşengiyê bikin. Li şûna nêzikatiyên teng, divê eniya neteweya demokratîk û siyaseta demokratîk bên parastin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar