Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Dayik û bavê Mûstafa Koçak: Em naxwazin kurê me bimire

Girtiyê bi navê Mûstafa Koçak ji bo darizandineke biedalet û serbixwe û ji bo darizandina îşkencekaran, ev 44 roj in di rojiya mirinê de ye. Dayik û bavê Koçak xwestin ku daxwazên kurê wan pêk bê û wiha got: “Em naxwazin kurê me bimire.”

Dozgerê Komarê Mehmet Selîm Kîraz di 31’ê adara sala 2015’an de li ber Edliyeya Stenbolê hate kuştin. Piştî kuştina Kîraz jî welatiyên bi navên Mûstafa Koçak û Mûrat Canim hatin girtin û di 11’ê tîrmeha îsal de bi tawanbariya ‘Qanûna Bingehîn binpê kirine’ cezayê muebeta giran lê hate birîn. Koçak û Canim ku li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Şakran a Îzmîrê tên girtin, bi daxwaza ‘Bila darizandin li dadgeheke adil û serbixwe pêk bê’ û ‘Îşkencekar bila bên darizandin’ dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Koçak di roja 90’emîn de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Koçak ev 44 roj in di rojiya mirinê de ye. Têkildarî mijarê dayik û bavên Koçak ji MA’yê re axivîn.

Dayik Zeynep Koçak diyar kir ku kurê wê ji ber îfadeyên îtîrafkarekî ev 2 sal in girtî û wiha domand: “Dewlet tenê ji ber ku îşkenceyê li kurê min bike, lê cezayê muebeta giran birî. Dixwazim ku Mûstafa ji nû ve bê darizandin. Naxwazim Mûstafa bimire. Dewlet bêrehm e û heq û hiqûqê nas nake. Divê dayik xwedî li zarokên xwe derkevin. Kaxizeke vala danîne pêşiya Mûstafa û jê re xwestine îmze bike. Lê kurê min neket guneha tu kesî. Ez ê heta dawiyê bi kurê xwe re bim. Ji bo hemû girtiyan doza edaletê dikim.”

Darizandineke serbixwe dixwazin

Bav Hasan Koçak jî têkildarî mijarê wiha got: “Ji ber neheqiyên li kurê min hatine kirin, me meşa edaletê pêk anî. Lê van kerr û lalan dengê me nebihîst. Van koran nexwest me bibînin. Bijîşkê nexweşxaneyê xwest destwerdana kurê min bike. Li nexweşxaneyê jî ger destûra dayik û bav nebe, nabe ku emeliyat bikin. Ger tiştekî wiha bikin ev yek dibe cînayet. Mûstafa bi tenê nîne. Ji ber ku malbat û hevalên wî li gel wî ne. Em darizandineke serbixwe û bi edalet dixwazin. Em dixwazin ku raya giştî li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind bike. Ger îro bi serê me hatibe, sibe jî ev tişt dê bi serê we bên.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar