Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Danişîna doza Leyla Guven hate taloqkirin

Danişîna doza hevseroka KCD’ê Leyla Guven li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Heyeta dadgehê daxwaza rakirina qedexeya derketina derveyî welat red kir û doz taloqî dîrokeke pêş kir

Danişîna 8’emîn a doza hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ku bi îdiaya ‘Rêvebera rêxistinê ye’ tê darizandin, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Guven beşdarî danişînê nebû û parêzera wê Reyhan Yalçindag di danişînê de amade bû.

Danişîn bi xwendina girtekan dest pê kir. Beriya niha hatibû xwestin ku axaftina bi kurdî ya Guven li beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê were deşîfrekirin û dosyeya Amed û Wanê bikin yek. Lê diyar bû ku ji bersiv ji vê daxwazê re nehatiye dayîn.

Dozger xwest ku aliyên kêm yên dosyayê temam bibin û xwest ku kontrola edlî ya der barê Guven de bidome. Parêzer Reyhan Yalçindag jî xwest ku kontrola şertê edlî ya qedexeya derketina derve ya miwekîla wê bê rakirin.

Heyeta dadgehê daxwaza parêzer a rakirina qedexeya derketina derve red kir. Heyetê xwest ku bersiv ji daxwaza wan a deşîfrekirina axaftina bi kurdî re bê dayîn û telefona Guven a ku hatibû desteserkirin paşve bê dayîn. Heyetê danişîn taloqî dîrokeke pêş kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar