Şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan li gundê Ezîziyê bersivên tund didin hêzên dagirker. Hat zanîn ku şervanan panzêreke dagirkeran rûxand û şer didome
Hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê ji serê sibehê ve li dijî gundê Ezîziye yê Til Temirê êrîşeke dijwar pêk tînin. Li hemberî van êrîşan şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanan jî bersivên tund didin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan di çarçoveya mafê xweparastinê de bersivên tund dan hêzên dagirker. Di encama pevçûnên heta niha de panzêreke artêşa tirk a dagirker li gundê Ezîziyê hate derbkirin.
Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku şer û pevçûnên li gundê Ezîziyê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. TIL TEMIR