Jinan li Enqereyê ji bo 25’ê Mijdarê belavok belav kirin û hemû jin vexwendin çalakiyên 25’ê Mijdarê
Endamên Platforma Jinan a Enqereyê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî de belavok belav kirin. Jin li ber Şaredariya Çankaya ya Enqereyê kom bûn û heta Qada Kizilayê belavok belav kirin. Di belavokan de jinan hemû jin vexwendin çalakiyên 25’ê Mijdarê.
Jinan dema belavok belav dikirin dirûşma ‘Em di 25’ê Mijdarê de li qadan e’ berz kirin. Di belavokan de jinan bal kişandiye ser tundiya li ser jinan, êrîşên li ser destkeftiyên jinan û têkoşîna jinan.
Jinan destnîşan kir ku dê di 25’ê Mijdarê saet di 18.00’an de li ber Şaredariya Çankayayê bicivin. ENQERE