Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk û hevkarên xwe dixwazin li Başûr pêngava boykotê lawaz bikin

Balyozê dewleta tirk ê Iraqê Fatîh Yildiz û konsolosê tirk ê başûrê Kurdistan Hakan Karaçay ji bo qelskirina pêngava boykotê bi waliyên Hewlêr û Silêmaniyeyê re civiyan. Hat zanîn ku van waliyan soz dane ku dê ji bo lawazkirina pêngava boykotê tişta ji destê wan tê dê bikin

Gelê başûrê Kurdistanê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê, weke helwesteke neteweyî dest bi kampanyaya boykotkirina malên tirkî kiribû. Boykot li başûrê Kurdistanê her ku diçe berfirehtir dibe. Welatî pêngava boykotkirina malên tirkî weke firsendekî dinirxînin û dibêjin ku bi vê yekê re dikare malên navxweyî bên zêdekirin.

Bi destpêkirina boykotê re dewleta tirk jî kete nava tirsê. Li gorî nûçeya malpera Livin, balyozê tirk ê Iraqê Fatîh Yildiz û konsolosê tirk ê başûrê Kurdistanê Hakan Karaçay ku bi avakirina komên çete yên tirkmen re tên naskirin, ji bo şikandina boykota gelê başûr ketine nava hewldanan. Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku Yildiz û Karaçay di vê çarçoveyê de bi waliyê Hewlêrê Firset Sofî û waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebubekir re civiyane. Hat zanîn ku van kesan ji waliyan xwestine ku ji bo şikandina boykotê rol bilîzin.

Hewldanên çend weşanên başûrê Kurdistanê

Di nûçeyê de tê gotin ku herdu waliyan ji nûnerên tirkan re gotine ku mijara boykotê di destê wan de nîne lê ji bo lawazkirina pêngava boykotê çi ji destê wan tê dê bikin. Balkêşe ku ev hefteyeke ku hinek rojname û malperên li Başûr ciheke berfireh didin reklamên malên tirkan ên tên boykotkirin. Hinek malperên başûrê Kurdistanê jî bi dosyayên ku amadekirine îdia dikin dê boykot zirarê bide herêmê. Lê berovajî van îdiayan, welatî, bazirgan, cotyar û esnafên Başûr boykotê ji bo pêşxistina malê xwemalî û geşkirina aboriya Başûr weke firsendek dibînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar