Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şehîdên Berxwedana Rûmetê û teqînên Qamişloyê hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê cenazeyên 2 şervanên HSD’ê û 2 welatiyên di komkujiya Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dabûn oxir kirin

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê cenazeyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mihemed El Tirkî (Lewend Qamişlo) ku di 9’ê mijdarê de li derdora Serêkaniyê şehîd bûbû û Mûeyd El Ezîz (Dilgeş Qamişlo) ku di 11’ê mijdarê li derdora Til Temirê şehîd bûbû û cenazeyên endama ragihandina Şaredariya Xerbî ya Qamişloyê Zozan Şêxo û Medîna El Hisên ku di teqînên Qamişloyê yên di 11’ê mijdarê de şehîd bûn, li Goristana Şehîd Delîl Seroxan oxir kirin. Di heman demê de nasnameya şervanê HSD’ê Şalan Şalan (Elî Qamişlo) ku di 28’ê cotmehê de li navçeya Zirganê şehîd bûbû jî hate aşkerakirin.

Şêniyên bajêr cenazeyên şehîdan li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Seroxan bi dirûşm û tilîliyan pêşwazî kirin. Di merasîmê de li ser navê malbatên şehîdan Ebîd Etê axivî û wiha got: “Ji destpêka şoreşê ve em dizanin temenê xakê xwîn e. Me ev yek qebûl kir. Niha jî em temenê parastina xaka xwe bi xwîna zarokên xwe didin. Bila tevahî cîhan baş zanibe ku em serî ji tu kesî re natewînin.”

Piştre jî endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Abdulkerîm Saroxan axivî û diyar kir ku şoreşa Rojava bingeha xwe ji berxwedana azadiyê ya ji beriya 40 salî ve digire. Saroxan bi lêv kir ku heta azad dibin û birûmet dijîn dê qet nesekinin. Hevseroka Desteya Şaredarî û Ekolojiyê Sema Begdaş jî got ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xaka xwe ji êrîşên DAIŞ’ê parast û niha jî li hemberî xwediyên DAIŞ’ê têdikoşin.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatên şehîdan soz dan ku dê şopdarên rêya şehîdên xwe bin û dê li derdora HSD’ê kom bibin. Herî dawî jî cenazeyên Zozan Şêxo û Medîna El Hisên li goristana sivîlan a Qamişloyê û yên şervanên HSD’ê Lewend Qamişlo û Dilgeş Qamişlo jî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hatin oxirkirin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar