PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Li ber Şaredariya Periyê çalakiya rûniştinê dest pê kir

Li ber Şaredariya Periyê ku qeyûm tayînî wê hat kirin, çalakiya rûniştinê dest pê kir. Şaredarê Dersimê  Mehmet Fatih Maçoğlu diyar kir ku tayînkirina qeyûman neheqî û destserkirina vîna gel e.

Hevşaredarên Bajroka Periyê ya navçeya Mazgîrtê ya Dersimê Songul Dogan û Orhan Çelebî, bi fermana Wezareta Karên Hundirê ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin.  Bi biryara tayînkirina qeyûm re leşkeran bi ser bînaya şaredariyê de girtin û dorpêç kirin.

Parlamentera HDP’ê Dilşat Canbaz, Hevşaredar Songul Dogan û Orhan Çelebî, Hevserokê HDP’a Dersimê Hidir Çîçek, Endamê Meclisa Partiyê ya HDP’ê Ferhat Yildiz li ber şaredariyê hatin gel hev û leşkeran nehişt ku bikevin şaredariyê. Li ser vê yekê HDP’iyan bi leşkeran nîqaş kir û ragihandin ku têkildarî tayînkirina qeyûman ji wan re tu agahdarname nehatiye şandin. Leşkeran li ser pirsa sedema dorpêçê, bersiva “Em pêwistiyên fermanan pêk tînin” da HDP’iyan.

Serdana Maçoglû  

Şaredare Dersimê Mehmet Fatîh Maçoglû serdana Hevşaredar Songul Dogan û Orhan Çelebî ku bi endamên meclisa şaredariyê re li ber şaredariyê ne kir û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. Maçoglû destnîşan kir ku polîtîkaya qeyûman ji sala 2016’an ve didome û wiha got: “Tu biryareke dadgehê ji şaredar re nehatiye ragihandin. Ev neheqî û desteserkirina vîna gel e. Weke Wam, Mêrdîn û Amedê em ê xwedî li vîna gel derkevin. Wê wiha berdewam neke. Gel li gel şaredarên xwe be. Em daxwaz dikin ku hevalên me vegerên ser peywira xwe.”

‘Em ê li taxan bin’ 

Hevşaredar Çelebî jî ji ber serdanê spasiya Maçoglû kir û da zanîn ku tayînkirina qeyûm şermezar dikin û wiha got: “Em ê xizmeta xwe ya ji bo gel berdewam bikin. Em ê bi gel re li taxan bin. Em daxwaz dikin ku gelê me li şaredariya xwe û vîna xwe xwedî derkeve.”

Çalakiya rûniştinê  

Piştî daxuyaniyê hevşaredar û welatiyan li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. DERSIM 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar