Hevseroka Buroya Ol û Baweriyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ezîza Xenafir da zanîn ku dewleta tirk û çeteyên wê herêmên olî yên gelê ermen wêran kirin û perestgehên wan jî veguherandin baregehên leşkerî
Ji ber êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, li Serêkaniyê û Girê Spî herî kêm 300 hezar kes koçber bûn. Dewleta tirk a dagirker ku bi alîkarî û destûra hêzên navdewletî yên weke DYA û Rûsyayê li herêmê paqijiya etnîkî dike, bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) li herêmê demografyayê diguherîne.
Hat zanîn ku di çarçoveya vê polîtîkayê de dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ermenên li herêma Girê Spî koçber kirin û ziyanên mezin gihandin perestgehên wan. Di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ya li Girê Spî de jî dêrên ermenên katolîk hatibûn wêrankirin û gelek jê veguherandibûn baregehên leşkerî.
Bajar piştî ku ji hêla şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hatin rizgarkirin jî malbatên ermen li warên xwe vegeriyabûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dest bi sererastkirina deverên olî yên pêkhateyan kiribûn. Lê heman herêm careke din li serdema DAIŞ’iyan vegeriyan. Têkildarî mijarê hevseroka Buroya Ol û Baweriyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ezîza Xenafir bi ANHA’yê re axivî.
Hemû ermen koçber bûn
Ezîza Xenafir got ku bûyera terorîst a qetilkirina keşeyê Dêra Ermen a Katolîk a Qamişloyê Hosip Bidyon û bavê wî Hena Bidyon girêdayî siyasetên qetilkirin, koçberkirin û guhertina demografyayê ya ku dewleta tirk û çeteyên wê li herêmê pêk tînin e. Xenafir wiha domand: “Beriya êrîşan li Girê Spî 30 malbatên ermen hebûn. Lê niha hemû ber bi herêmên weke Reqa, Hesekê û Qamişloyê ve koçber bûn.”
Bang li qada navneteweyî kir
Herî dawî jî Ezîza Xenafir ev tişt anî ziman: “Çeteyan dêrên ermenan veguherandin baregehên leşkerî. Ez bang li civaka navneteweyî dikim ku li hemberî binpêkirinên li dijî deverên olî yên ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin bikevin nava liv û tevgerê. Dewleta tirk li cihên ku dagir dike qanûnên navdewletî binpê dike û deverên çandî û olî wêran dike.” GIRÊ SPÎ