Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘MHP û AKP dixwazin kesên îstîsmarê dikin bên berdan’

Hiqûqnasan destnîşan kir ku heta daraz nebe darazeke serbixwe, dê tu pakêt nebin cihê çareseriyê û wiha gotin: “AKP û MHP, bi pakêtên derdixin dixwazin kesên îstismarê dikin bên berdan. Dê ev jî ji bo jin û zarokan bibe cihê mexdûriyetên hîn mezintir.”

Pakêta ewil a darazê di 24’ê cotmeha 2019’an de ket meriyetê. Pakêta duyemîn jî dê rojên pêş de berpêşÎ meclisê bê kirin.

Hevberdevka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê Îlknûr Alcan û parêzer Yekbûn Sevdali pakêta dudyemîn a darazê nirxandin.

Alcan destnîşan kir ku pakêtên hatine amadekirin rewşa pergala edaletê ya Tirkiyeyê nîşan didin û wiha got: “Çimkî darazeke serbixwe tuneye. Ewlehiya hiqûqê tuneye. Dadgehên girêdayî îktîdarê hene. Nexasim jî tê xwestin kesên muxalîf bi rêya darazê bên terbiyekirin. Heger hûn li ber îktîdarê rabin, teqez wê derbarê we de lêpirsînek bê destpêkirin û hûn ê bi awayekî bên darizandin û cezakirin. Jixwe dadgehên îstînafê jî demildest pesend dikin.”

Pakêt ne cihê çareseriyê ye

Alcan got ku heta daraz nebe darazeke serbixwe û heta daraz ev qasî girêdayî îktîdarê be dê ev paket nebin cihê çareseriyê.

Di axaftina xwe de Alcan bal kişand pakêta duyemîn ku tê payîn berpêşî meclisê bê kirin û wiha domand: “Fikra me ew e ku di warê taciz, tecawiz û sûcên bi vî rengî de bi tu awayî ceza neyê kêmkirin. Di pakêta duyemîn de nafaka jî tê nîqaşkirin. Her wiha dosyeyên tundiya derbarê jinan de jî tên nîqaşkirin. Îktîdar di warê nafakayê de hin mexdûriyetan diafirîne. Bi vî awayî dixwaze jinan hepsî malê bike.”

Ji bo kujeran her tim hincetan çêkirin

Her wiha Alcan ji bo guherîna di qanûna înfazê de jî anî ziman ku divê ev guherîn cinayetên jinan û tacizê nehewîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zilam, bi awayekî hovane jinan qetil dikin û ji bo vê di darazê de tim behaneyek hat dîtin. Sirf ji ber zilam taximê cilan li xwe kiriye cezayê wî hatiye daxistin. Di danişînan de dibêjin ‘min pir jê hez dikir min kuşt.’ Bi vî awayî cezayê wan hatin kêmkirin. Yanî li Tirkiyeyê ji bo vê tim û tim hincet tên çêkirin. Îjar heger niha ji bo tundiya li ser jinan ceza bê kêmkirin êdî wê rê li ber vê neyê girtin.”

‘Dê bibe sedema encamên cîdî’

Parêzer Yekbûn Sevdali jî bal kişand ser guhertinên di nav pakêta duyemîn de û ev tişt anî ziman: “Heger di navbera zarok û kesê tecawizkar an jî îstismarkar de 10 sal û zêdetirî deh salan emr hebe û her du bizewicin, wê ceza bê taloqkirin an jî wê di girtîgehê de înfaza wî pêk neyê. Ev jî tê wateya zêdebûna tecawiz û qetilkirin jinana.”

Her wiha Sevdali destnîşan kir ku tê nîqaşkirin ku kesên bi zarokên 16 sal nekirine zewicîne û ketine girtîgehê jî wê înfaza wan bê taloqkirin û got ku dê ev ji bo jin û zarokan bibe cihê mexduriyeta herî mezin.  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar