Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 7’ê Tebaxê ve nikarin bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin û heta niha tu daxwaza serlêdana wan bi erênî nehatiye bersivandin
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Raziye Turgut, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez bi boneya bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Ocalan, Newroz Uysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2’yê Gulanê, 22’yê Gulanê, 12’ê Hezîranê, 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxê li gel miwekîlê xwe hevdîtin pêk anîbûn.
Lê parêzer ji 7’ê Tebaxê ve nikarin biçin hevdîtinê û heta niha ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve bersiva tu serlêdanê nehatiye dayîn. STENBOL