Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Efrînê kêmanî 227 sivîl hatin qetilkirin û çarenûsa 3 hezaran jî nediyare

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di nava salekê de li Efrînê herî kêm 227 sivîl qetil kirin û zêdetirî 638 sivîl jî birîndar kirin. Her wiha 6 hezar kes hatin revandin û ji van aqûbeta 3 hezar kesan nayê zanîn

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê piştî ku Efrîn dagir kir, li dijî gelê wê bi sedan sûcên şer û binpêkirinên kirêt kirin. Bi bêhelwestî û daxuyaniyên weke piştgiriyê yên civaka navdewletî re jî ev binpêkirin û sûcên şer hêj bêhtir zêde bûn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê ku ji destpêka dagirkeriyê ve sûcên şer ên li Efrînê tên kirin belge dike, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji 20’ê çileya sala 2018’an ve ku destpêka êrîşan bû, 167 zilam, 28 jin û 32 zarok qetil kirin. Her wiha di êrîşan de zêdetirî 638 kes birîndar bûn û ji van 87 jê zarok in. Rêxistinê diyar kir ku di nav de jin û zarok jî, herî kêm 6 hezar kes hatin revandin û ji van çarenûsa 3 hezar kesan nayê zanîn.

Bi dehhezaran darên zeytûnan hatin birîn

Di heman demê hêzên dagirker xwezaya Efrînê jî talan kir û di vê çarçoveyê de zêdetirî 15 hezar darên zeytûnan ku temenê wan digihişt 70 salan, 15 hezar darên merx, 10 hezar darên sindiyan û 3 hezar cureyên din birîn. Rêxistinê destnîşan kir ku ji 3 heta 5 milyon dar bêparastin man û ji hêla dagirkeran ve hatin talankirin.

Beriya dagirkirina Efrînê, 300 kargehên givaştina zeytûnan û 17 kargehên birînê li Efrînê hebûn. Ji van kargehan 160 jê yên givaştinê û ji yên bîrînê jî tenê 10 jê man. Dagirker her wiha li xwediyên kargehan bacê ferz dikin û ji ber vê jî çandinî û çêkirina sabûnê li kantonê kêm bûye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê da zanîn ku daneyên di destê wan de tenê yên ku jê haydarin lê di esasê xwe de binpêkirinên li Efrînê ku gelek herêman nekarîne xwe bigihîninê, ji daneyên heyî pir zêdetire.

Çavkanî: Cafer Cafo/ŞEHBA – ANHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar