Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li Efrînê 16 sivîl hatin revandin

Hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê 16 welatî revandin. Komên çeteyan ji malbatên welatiyan pereyêkê zêde weke fîdye dixwazin. Her wiha aqûbeta gelek welatiyan jî nayê zanîn

Binpêkirinên hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê bênavber didomin. Hêzên dagirker di çarçoveya van binpêkirinan de rojane welatiyan direvînin. Gelek ji welatiyên tên revandin jî tên qetilkirin.

Çavkaniyên ji Efrînê da zanîn ku hêzên dagirker li Efrînê îro 6 kesên temenmezin ku 5 jê jin in, revandin. Navên kesên hatine revandin wiha ne: “Xedîce Qere Elî, Emîne Qere Elî, Heyat Qere Elî, Fedîla Mihemed, Fedîla Kerîko, Fedîle Seydo û Nûrî Qere Elî.” Çavkaniyan destnîşan kir ku demek piştre welatiyên bi navên Fedîla Kerîko, Heyat Qere Elî û Nûrî Qere Elî hatin berdan lê çarenûsa welatiyên din nehat zanîn.

Goristan rûxandin

Di heman demê de artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên Sûltan Mûrad du roj berê goristana Til Midewir a li gundê Qeregul ê Bilbilê rûxand. Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan hemû darên li derdora goristanê jî birîn.

Dizî û fîdye

Çavkaniyên ji Şiyê jî dan zanîn ku çeteyên ‘Lîwa El Weqas’ di 9’ê Mijdarê de welatiyên bi navên Îbrahîm Ebdo û Zekeriya Mihemed ên ji gundê Enqelê û Senarê revandin. Ji bo berdana her kesekî jî çeteyan ji malbatên wan 3 milyon lîreyên Sûriyeyê xwestin û dest danîn ser traktorên wan ên çandiniyê.

Çarenûsa welatiyan nayê zanîn

Koma çete ya Feyleq El Şamê jî di 12’ê mijdarê de li gundê Kebaşîn ê Şêrawayê welatiyên bi navên Ismaîl Cimo Heyder, Hisên Ebdo Mihemed, Xesan Lûeyî Îso, Dahêr Silêman Ebid û Mihemed Ebdilqadir Hindî revandin. Çeteyan her 6 welatî birin zindaneke taybet a li gundê Îskan ê Şêrawayê. Di heman rojê de ciwanê bi navê Ferhad Şêx Ebdî jî li navenda Efrînê li ber dikana wî hate revandin û çarenûsa wî nayê zanîn. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar