Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê meşiyan

Li Şehbayê bi hezaran efrînî û gelê herêmê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê daketin qadan. Her wiha li Minbicê jî bi sedan kesan konê çalakiyê ziyaret kir û da zanîn ku dê xaka xwe ji dagirkeran rizgar bikin

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê, bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê çalakiyeke girseyî li dar xist. Di heman demê de li Minbicê jî gelek welatî tev li konên çalakiyê yên ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê hatiye vedan, bûn.

Di vê çarçoveyê de bi sedan welatiyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûn, li navçeya Ehdas a Şehbayê herikîn qadan û meşek li dar xist. Meş li pêşiya stasyona trênê ya li navçeyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîd û birîndaran û pankartên ‘Berxwedana Rojava nûnertiya yekitiya Sûriyeyê dike’ û ‘Na ji dagirkeriya Osmanî ya nû re’ hatibûn hilgirtin.

‘Dixwazin destkeftiyên şoreşê tune bikin’

Meşvanan bi dirûşman Berxwena Rûmetê silav kir û xwestin ku dewleta tirk ji xaka Rojava derkeve. Meş li parka giştî veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Ehdasê Şêx Mûrad axivî û diyar kir ku serkeftinên di şoreşa Rojava de, bi saya keda şehîdan e. Mûrad diyar kir ku hêzên derve hewl didin destkeftiyên gelê herêmê tune bikin û ji bo vê jî dixwazin fitneyê bixin navbera gel.

Bêdengiya cîhanê şermezar kirin

Her wiha li ser navê Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya Herêma Efrînê jî daxuyaniyek hat xwendin û wiha hat gotin: “Binpêkirinên dewleta tirk a dagirker tevahî qanûnên navdewletî derbas kirine. Dijminatiya wê ya faşîst li dijî gel, zarok, bi taybet gel û zarokên kurd berdewam e. Tevî bikaranîna çekên qedexekirî jî hemû cîhan li hemberî dewleta tirk bêdeng e. Lê dewleta tirk dê nekare vîna gelên herêmê têk bibe.”

Çalakiya li Minbicê

Bi heman boneyê bi sedan welatiyên Minbicê, nûnerên Rêveberiya Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê, endamên sazî û komîteyên rêveberiyê tev li konê çalakiyê yê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk hatiye vedan bûn. Konê çalakiyê bi wêneyên şehîdan, qurbaniyên komkujiyên dewleta tirk û bi pankarta ‘Em li dijî lihevkirinên hebûn, rûmet û nasnameya me dikin armanc li ber xwe bidin’ hatibûn daliqandin.

‘Şehîd kaniya mirovahiyê ne’

Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Adaleta Civakî ya Minbicê Ehmed Hesen axivî û bang li pêkhateyan kir ku destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidexstin, biparêzin. Hevserokê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê Mihemed Xêrşêxo jî hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û soza parastina destkeftiyên gelan da.  Hevserokê Komîteya Lihevkirinê ya Minbicê Ebdulrezaq Îsmaîl jî diyar kir ku şehîd kaniyê mirovahiyê ne, şehîdên canê xwe di oxira parastina mirovahiyê û nirxên wê de dane, ew kaniya jiyana mirovahiyê bi azadî û rûmetê av didin. Herî dawî jî Ebdulrezaq got ku ew xwedanê vê xakê ne û dê dagîrkeran jî xaka xwe derxînîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar