Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Şahoz Hesen: Erdogan dixwaze ruh bide DAIŞ’ê

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen anî ziman ku dewleta tirk bi êrîşên xwe û kûrkirina aloziyê re dixwaze ruh bide DAIŞ’ê û wiha got: “Erdogan dixwaze DAIŞ’eke fermî ava bike. Pêşîlêgirtina vê xetereyê jî bi piştgirîdayîna Rêveberiya Xweser re pêkan e.”

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen têkildarî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bi ANHA’yê re axivî.

Şahoz Hesen diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi êrîşên dagirkeriyê re planên piralî xistine dewrê û wiha got: “Dewleta tirk her tim di nava hewldana tunekirina kurdan de ye. Dagirkirina xaka Sûriyeyê jî parçeyekê vê ye. Gelê me DAIŞ têk bir. Dewleta tirk hewl dide bi van êrîşan re careke din ruh bide DAIŞ’ê. Ji projeya xweseriya demokratîk ditirsin. Ev jî yek ji sedemên êrîşan e.”

‘Erdogan xwedî fikra îxwanî ye’

Hesen anî ziman ku Erdogan xwedî hişmendiyeke faşîst e û wiha dom kir: “Çeteyên ku berê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikirin, niha careke din bi destê dewleta tirk êrîş dikin. Ev êrîşkar xwedî hişmendiya DAIŞ’ê ne. Erdogan ji bo avakirina osmaniya nû van çeteyan bi kar tîne. Erdogan xwedî fikra îxwanî ye. Erdogan dixwaze DAIŞ’eke fermî ava bike. Ev yek ji bo hemû gelan xetere ye. Bi piştgirîdayîna Rêveberiya Xweser re dikare pêşî li vê xetereyê bê girtin. Erdogan dixwaze bi kûrkirina aloziya heyî re hêz bide DAIŞ’ê. Kiryarên Erdogan û DAIŞ’ê heman in.”

‘Divê dewleta tirk ji Sûriyeyê bê derxistin’

Bi berdewamî jî Hesen bi lêv kir ku divê qada hewayî ya Sûriyeyê ji balafirên şer ên dewletên biyanî bê girtin û wiha pê de çû: “Ji bo destpêkirina çareseriyê ev hewcehiyek e. Divê li ser sînorê Rojava û Tirkiyeyê hêzêke navneteweyî bi cih bibe. Ji bo çareseriyê divê dewleta tirk ji herêmê bê derxistin. Çend roj berê welatiyên ku dewriye şermezar dikirin şehîd xistin. Nepêkan e ku gelê me bi vê hişmendiya DAIŞ’ê re bijî.”

Helwesta cîhanê

Hesen daxuyand ku hemû cîhan di ferqa projeya xetere ya Erdogan de ye û wiha derbirî: “Ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên qedexekirî divê raya giştî di nava tevgerê de be. Cîhan dixwaze Erdogan bê sekinandin. Li Ewropayê di vê mijarê de nîqaşên cidî tên meşandin. Di hevdîtina me ya dawî ya bi Yewnanistanê de me dît ku ew jî di ferqa xetereya dagirkeriya dewleta tirk de ne. Jinûvezindîkirina DAIŞ’ê weke xetere dibînin û ji ber vê jî hêzên cîhanê ketine nava hewldanên leztir. Raya giştî ya Yewnanistanê bi erênî nêzî tevgera kurd dibin. Em dikarin bibêjin ku desthilatî û muxalefeta Yewnanistanê piştgirî da me.”

Yekitiya kurdan

Herî dawî jî Hesen ev nirxandin kir: “Ji bo çareseriyê divê pirsgirêka kurd were çareserkirin. Erdogan û faşîzma ku nûnertiya wê dike, hewl didin vê asteng bikin. Lê ger em yekitiya xwe xurt bikin dê bikarin pirsgirêkan çareser bikin. Divê dostên me piştgiriya xwe xurtir bikin û li dijî sûcên Erdogan bêdeng nemînin. Divê nehêlin ku Erdogan planên xwe pêk bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar