Endamê Komîteya Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Henna Henna got ku hêzên wan hemû êrîşên li dijî herêma Xabûrê dibersivînin û ji bilî berxwedanê tu rêyên wan din nînin. Henna diyar kir ku dê rê nedin komkujiyeke nû
Êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê yên li ser rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Têkildarî êrîşên dawî endamê Komîteya Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Henna Henna ji ANHA’yê re axivî.
Aram Hanna Hanna anî ziman ku hêzên wan li eniyan belav bûne û herêma Xabûr diparêzin. Hanna got ku hêzên wan bersivan didin êrîşên dagirkeriyê û hemû hewldanên dagirkeran têk dibin. Hanna wiha domand: “Di wê berxwedanê de hejmarekê şervanên me şehîd bûn û sê jî dîl hatin girtin. Lê ji bilî berxwedanê tu rêyên me yên din nînin. Hêzên dagirker agirbestê binpê dikin û êrîşên xwe yên bejahî û hewayî didomînin. Moralê me bilind e û em ê hemû êrîşan bibersivînin.”
Henna destnîşan kir ku tu cudahî di navbera artêşa tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û El Nusrayê de nînin û wiha bi dawî kir: “Em ê nehêlin komkujiyên 2015’an dubare bibin. Çeteyên DAIŞ’ê di 2015’ê de êrîşî gundên Xabûrê kirin. Di van êrîşan de bi sedan sivîl qetil kirin û perestgehên xiristiyanan rûxandin. Em bang li hemû ciwanên herêmê dikin ku tev li hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bibin.” HESEKÊ