Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dixwazin bi binçavkirina ciwanan ji siyasetê dûr bixin’

Parlementera HDP’ê Dersîm Dag bal kişand ser binçavkirina ciwanên HDP’î û diyar kir ku îktîdar dixwaze bi vî awayî ciwanan ji siyasetê dûr bixe. Dag got ku tim û tim li dijî vê zihniyetê têbikoşin

Di çarçoveya lêpirsîna li hemberî Meclisa Ciwanan a HDP’ê de 36 ciwan hatin binçavkirin.

Têkildarî binçavkirina ciwanan parlemantera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag axivî û diyar kir ku bi binçavkirina dixwazin ciwanan ji siyasetê dûr bixin.

Dag anî ziman ku zextên îktîdarê yên li ser ciwanan, perçeyeke zextên li ser civakê ye û got ku bi van zext û zoriyan tê xwestin ku çalakî û xebatên HDP’ê hemû bên îllegalîzekirin. Dag diyar kir ku piştî pêvajoya diyalogê ya di navbera dewlet û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye bidawîkirin, îktîdarê ‘Plana Rûxandinê’ xistiye dewrê û ev plan bi awayekî berfireh didome.

‘Em ê bi paş ve gav neavêjin’

Di axaftina xwe de Dag da zanîn ku xebatên Meclisa Ciwanan di çarçoveya xebatên partiya siyasî de ne lê bele bi binçavkirina ciwana tê xwestin ku xebat bên astengkirin û wiha domand: “Di 2015’an û piştî 2015’an de tekane partiya ku polîtîkayên qirêj ên îktîdarê aşkera kirin û di hilbijartinan de ew têk bir, partiya me ye. Li hemberî faşîzmê, bêguman ên têdikoşin û rola xwe dilîzin tim jin û ciwan in. Loma êrîşên li ser ciwanan dest pê kirine. Ew çiqasî xebatên me asteng dikin bila bikin, çi qasî xeyrî meşrû nîşan didin bila bidin, lê belê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em têkoşîna azadiyê ya gel bilind bikin û bi paş ve gav neavêjin.”

Di berdewamê de Dag bal kişand ser binçavkirina ciwanan û hincetên ji bo binçavkirinê û ev tişt anî ziman: “Li her derê cîhanê li hemberî şer dengê jji bo çareseriya demokratîk bilind dibe. Lê belê, faşîzmê radibe kesên dibêjin ‘ji şer re na’ ceza dike. Îktîdara faşîst, bi polîtîkayên xwe yên li ser asasê dijminatiya bi kurdan re siyasetê dike. Kesên di warê siyasî de tu sozekî wan ê ku bidin gel nemaye, hewl didin bi faşîzmê tev bigerin. Her ku bloka îktîdarê di warê siyasî de ditengije, tim serî li rêbazeke wiha dixe. Ev rêbaz jî êrîşa li ser kurdan e.”

‘Dixwazin qeyd û bendan li daxwaza azadiyê bixin’

Dag destnîşan kir ku wê ciwan di helwesta xwe ya li hemberî şer de israr bikin û wiha pêde çû: “Bloka faşîst a AKP-MHP’ê, bi êrîşên xwe yên li ser Rojava dixwaze vîna ji bo jiyanê binpê bike. Ev bloka ku dixwaze destkeftiyên kurdan asteng bike, ne DAIŞ’ê, HSD’ê wekî tehdît dibîne û dest bi dagirkeriyê dike. Li Tirkiyeyê tenê HDP, ji bo van êrîşan dibêje şer û dagirkerî. Loma dewlet berê xwe dide ciwanên kurd û dixwaze wan bitepisîne. Dixwazin qeyd û bendan li baweriya ji bo demokrasî û azadiyê ya ciwanan bixin. Lê belê em ê li ber vê polîtîkaya tepisandinê serî netewînin û netirsin. Ev polîtîka bêhûde ne. Em ê li her qadê li hemberî polîtîkayên şerî dengê xwe bilind bikin û tim û tim bibêjin ‘ji şer re na.’”

Dewlet dixwaze ciwanan krîmînalîze bike

Dag bal kişand ser îşkencekirina ciwanên tên binçavkirin jî û got ku dewlet bi vê polîtîkayê xwe dixwaze ciwanan ji siyasetê dûr bixe û wan bike sîxur. Dag anî ziman ku îktîdar ji bo temenê îktîdara xwe dirêj bike dixwaze ciwanan krîmînalîze bike û wiha axivî: “Lê dîsa jî em ciwan bawer dikin ku em ê jiyaneke azad ava bikin û em ê bi paş ve gav neavêjin û heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Dag anî ziman ku li hemberî binçavkirin, girtin û îşkenceyan wê têkoşîna ciwanan dewam bike û wiha got: “Em ê li hemberî polîtîkaya asîmlasiyon û sîxurkirinê ya îktîdarê têbikoşin. Wê jinên ciwan li hemberî taciz, tecawiz û cinayetên jinan li qadan bin û tim û tim em ê li hemberî aqilê dewletê yê jinan nahesibîne têbikoşin.”

Her wiha Dag herî dawî bang li ciwanan kir ku di bin sîwana Meclisa Ciwanan a HDP’ê xwe bi rêxistin bikin. AMED  

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar