Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP dê di 20’ê mijdarê de nexşerêya têkoşîne diyar bike

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay got ku dê di civîna berfireh a 20’ê mijdarê de li dijî êrîş û zextan nexşerêyeke nû diyar bikin. Kubîlay da zanîn ku zîhniyeta ku 82 sal berê Seyîd Riza û hevalên wî bidarve kirin û ya niha li ser kar, heman zîhniyete

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê lidar xist. Kubîlay got civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya wan didome û mijarên weke tayînkirina qeyûman, operasyonên li dijî HDP’ê û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş dikin.

Kubîlay bi bîranîna 82’yemîn salvegera qetilkirina Seyîd Riza û hevrêyên wî dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Tiştên li Dêrsimê qewimîn, niha jî bi destê AKP’ê li ser kurdan tên meşandin û li tevahiya herêmê belav bûye.”

Êrîşên li dijî vîna jinan

Di berdewamê de jî Kubîlay diyar kir ku heta niha qeyûm tayînî 20 şaredariyên wan hatine kirin û wiha pê de çû: “Îro jî 4 hevşaredarên me yên Stewr, Şemrex, Dêrik û Pirsûsê hatin binçavkirin. Hemû hevşaredarên me yên îro hatine binçavkirin jin in. Tayînkirina qeyûman di heman demê de êrîşa li dijî îradeya jinên azad e. Ev êrîş di hefteyeke weke ya 25’ê Mijdarê de pêk tên. Her wiha çalakiyên 25’ê Mijdarê tên astengkirin û qedexekirin. Ev jî nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî têkoşîna jinan nîşan dide. Heta niha 32 hevşaredarên me hatin binçavkirin û ji wan 14 jê hatin girtin.”

‘Dadgeh weke şaxên qesrê dixebitin’

Kubîlay daxuyand ku bi rêya qeyûman îradeya gel tune tê hesibandin û qeyûm talan û diziyê dikin. Kubîlay got ku qeyûmên serdema bihûrî 5 milyar û 700 milyon deyn li pey xwe hiştin. Piştre jî Kubîlay bal kişand ser rewşa darazê û wiha got: “Sepanên li derveyî hiqûqê ku rewabûna wan nîne pêk tên. Daraz li gorî daxwaza îktîdarê kiras li qanûnan dike. Bi fermana îktîdarê û bi destê daraz û polîsan, li ser partiya me zext zêde dibin. Di nav de jin û ciwan jî, rojane bi dehan endamên me tên binçavkirin û îşkencekirin. Lê rojek dê were ku wê rojê ev îktîdara otorîter jî dê nekare xwe ji vê daraza bêhiqûq xelas bike. Dadgehên heyî weke şaxên Qesrê dixebitin.”

‘Em li dijî êrîşan li ber xwe didin’

Bi berdewamî jî Kubîlay da zanîn ku ne tenê bi rêya qeyûman, di gelek hêlan de li dijî partiya wan êrîşeke mezin heye û ev tişt anî ziman: “Em jî li dijî van zextan li ber xwe didin. Weke HDP’ê em ê di dawiya civînên xwe yên navendî de geşedanên siyasî û zextên li ser partiya xwe binirxînin û nexşerêya partiya xwe bi raya giştî re parve bikin.”

Herî dawî jî Gunay Kubîlay bal kişand ser hilweşandin û talankirina Heskîfê û wiha got: “Zîhniyeta DAIŞ’ê ku Palmîra hilweşand û zîhniyeta ku Heskîfê hildiweşîne û dixe bin avê heman e. Dîroka gelan, şaristanî û kevneşopiya bi hezaran salan tê wêrankirin. Geliyê Dîcleyê jî talan dikin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar