Hîskirin, fêmkirin û pêkanîn

Di bername-hevpeyvîneke me bi hev re çêkirî de Feylesofê Çiya Alî Haydar Kaytan, mînakeke balkêş dabû. “Dibêjin Îbnî Ruşt, li derekî rûniştî ye, Îbnî...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Perşembe - 28 Kasım 2024

HDP dê rapora der barê qeyûman de parve bike

Navenda Giştî ya HDP’ê der barê şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin de raporek amade kir. Rapor dê di 20’ê mijdarê de bi raya giştî re bê parvekirin

Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin de raporek amade kir. Rapor dê di 20’ê mijdarê de li Hîlton Otelê bi civînekê bi raya giştî re bê parvekirin.

Tê payîn ku hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu, hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, endamên desteya rêveber a HDP’ê, endamên meclisa partiyê ya HDP’ê, Koordînasyona Meclisa Jinan, hevserokên HDP’ê yên bajaran, parlamenterên HDP’ê, serokên meclisa giştî ya bajêr, hevşaredar, pêkhateyên HDP’ê, nûnerên partiyên şirîkên HDP’ê, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar û gelek kesên biyanî dê tev li civînê bibin.

Di civînê de dê tecrubeyên rêveberiyên herêmî yên ji sala 1978’an heta niha û xebatên şaredariyên HDP’î yên di navbera salên 2016 û 2019’an de bên vegotin. Di heman demê de çalakiyên ku HDP’ê li dijî polîtîkaya tayînkirina qeyûman li dar xistin jî dê bên bibîrxistin.

Rapor tê parvekirin

Rapora qeyûman a ku ji hêla Komîsyona Rêveberiya Herêmî ya HDP’ê ve hatiye amadekirin dê bi raya giştî re bê parvekirin. Di civînê de li ser navê şaredariyên HDP’ê jî dê hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin bi axive.

Biryara vekişîna ji meclis û şaredariyan dê bê nîqaşkirin

Her wiha hat ragihandin ku di civînê de dê mijara vekişandina parlamenteran a ji meclisê û hevşaredaran a ji şaredariyan jî bê nîqaşkirin. Di civînê de piştî axaftinên kurt ên hevserokên HDP’ê dê deklarasyona ku hatiye amadekirin bi raya giştî re bê parvekirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar