Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Çalakî li Rojhilat belav bûn: Li Kirmaşanê navenda polîsan hat şewitandin

Protestoyên ji ber bihakirina nirxê benzînê li Îranê dest pê kirin, pêl bi pêl berfirehtir dibin. Çalakî li rojhilatê Kurdistanê jî berbelav bûn û gelê Kirmaşanê navendekê polîsan bi temamî şewitand

Bi armanca protestokirina polîtîkaya aboriyê û bihakirina nirxê benzînê, li gelemperiya bajarên Îranê şevê din çalakiyên protestoyî dest pê kirin. Protesto îro jî li bajarên rojhilatê Kurdistanê berbelav bûn.

Di vê çarçoveyê de li bajarên weke Kirmaşan, Sine, Urmiye, Loristan, Îlam, Şaban, Gîlanî Rojava, Ciwanro, Serpêl Zehaw, Bane, Merîwan, Kamyaran, Kudeşt, Dirud, Xorimawa û Sîrcan ên rojavayê Kurdistanê bi hezaran welatî herikîn qadan. Welatiyan bihakirina nirxê benzînê şermezar kirin. Di çalakiyan de rê li trafîkê hate girtin û welatiyan dirûşmên weke ‘Ji dîktatoran re mirin’ û ‘Dest ji Sûriyeyê berde me bigikire’ berz kirin.

Çalakvanek hate kuştin

Hat ragihandin ku di çalakiyên şevê din ên li Sîrcanê de hêzên ewlekariyê çalakvan hedef girtin. Di encamê de çalakvanek hate kuştin û 6 jî birîndar bûn. Li Kirmaşanê jî gel daket qadan û li Qada Azadiyê dest bi çalakiyê kirin. Çalakvanan rê li trafîkê re girtin bênavber dirûşm berz kirin. Hêzên ewlehiyê jî bi gaza îsotê û ava şid êrîşî çalakvanan kir. Li ser vê yekê çalakvanan navendekê polîsan şewitand. Polîsan hewldan şewatê vemirînin lê ji ber bertekên gel nekarîn nêz bibin.

Bajarên Îranê

Li bajarên başûrê Îranê yên weke Xoresan, Xuzistan, Azerbeycan, Şîmalî Îran, Belucistan, li navenda Îranê û paytext Tehranê jî bi hezaran kes daket qadan û wesayîtên xwe rawestandine. Rêyên di nava bajaran de hatine girtin. Hat zanîn ku heta niha di êrîşan de gelek kes hatine birîndarkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar