Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Dadgeh li benda mirina bavê min e’

Mehmet Emîn Ozkan ê 82 salî, tevî 7-8 nexweşiyên giran 23 sal in girtî ye û nayê berdan. Keça Ozkan, Selma Ozkan diyar kir ku dadgeh li benda mirina bavê wê ne

Girtiyê nexweş ê 82 salî Mehmet Emîn Ozkan, têkildarî kuştina Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin ê li navçeya Licê ya Amedê di 22’yê Cotmeha 1993’yan de hat kuştin, hat girtin û ev 23 sal in girtî ye. Ozkan heta niha li 7 girtîgehan ma û li gel pirsgirêkên tenduristiyê yên giran jî, nayê berdan. Niha Ozkan û 2 kurên xwe girtî ne.

Keça Ozkan, Selma Ozkan diyar kir ku di 13’yê cotmehê de çûne hevdîtina bavê xwe û wiha got: “Dema min ew dît ez matmayî mam. Ser û çavên wî werimî bûn. Min bang wî kir, bersîv neda. Birayên min li cem bûn. Min got rewşa wî çima wiha ye. Gotin nikare bi şev razê dermanên xewê danê.”

Ozkan da zanîn ku bavê wê hişê xwe winda kiriye û 7-8 nexweşiyên wî hene û wiha domand: “82 salî ye. Birine nexweşxaneyê û anîne dermanê xewê danê. Her tim birê min li cem in. Yek radikeve yek lê dinêre. Ji ber nexweşiyê bi hebê xewê radizê. Gurçikên wî zuha bûne. Tansiyona wî bilind dibe. 4 caran qeyrana dil derbas kiriye û anjiyo bûye. Ji roviyan emeliyat bûye. Hişê wî diçe û tê. Carna nas nake. Çawa dibe ku mirovekî 82 salî girtî be? Nêzî 24 sal in girtî ye. Dema girtin pir îşkence lê kirin. Dema bavê min girtin tu nexweşiyên wî tune bûn. Niha her nexweşî lê peyda bûye.”

Her tim diçe nexweşxaneyê

Di axaftina xwe de Ozkan destnîşan kir ku dema bavê wê anjiyo bûye çar heb stend pêvekirine û ev tişt anî ziman: “Ji ber emeliyatê xwestin li şûna rîngê bi ambulansê bibin nexweşxaneyê. Lê gelek caran bi rîngê dibin nexweşxaneyê. 15 roj berê çûm nexweşxaneyê rastî bavê xwe hatim. Di nava deh leşkeran de bû. Destê wî kelepçekirî kaş dikirin dibirin jor. Divê wî bi ambulansê bibin û bînin. Lê tevî kelepçeyan dibin muayeneyê. Birê min ew hişyar kirine jî lê bi dolmîşa girtîgehê birine. Hundirê wê weke qefesê ye. Bavê min got dema min diavêjin wê erebeyê û derî digirin behna min diçike. Her hefte di rêya nexweşxaneyê de ye. Carna du-sê rojan carekê li nexweşxaneyê ye.”

Rapora ji sedî 87 nikare li girtîgehê bimîne

Ozkan da zanîn ku ji bo berdana bavê xwe 2-3 caran serî li dadgehê dane û wiha pêde çû: “Piştî çend girtiyên nexweş berdan, me jî serî li dadgehê da. Dadgehê bersivê şand got doza wî li Edeneyê berdewam dike heta ew bi dawî nebe nikarin berdin. Ji ber wê 4-5 caran birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ewil rapora ji sedî 87 nikare di zindanê de bimîne danê, lê pişt re saxlem derxistin. Niha dîsa ji bo raporê li nexweşxaneyan digerînin.”

Bi dehan caran serî li dadgehê dane

Di berdewamê de Ozkan helwesta dadgehê rexne kir û wiha got: “Li benda mirina wî ne. Dibêjin ji xwe ev doz di stuyê wî de ye. Dema mir dê ew doz jî were girtin. Heke wisa nebûya dikarîbûn bêjin ‘ev mirov nexweş e em berdin bila berdayî bê darizandin’ Çawa dibe kesê 82 salî girtî be? Me deh caran serî li Wezareta Dadê, li Serokomar, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) jî daye lê tu çare ne dîtin.”

Xwest bavê wê di demeke kin de bê berdan

Her wiha Ozkan xwest bavê wê di demeke kin de bê berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mirin emre xwedê ye. Lê di wê derê de bimire em jî heta saxbin ji bîr nakin. Birayê min ên li cem wî jî ji bîr nakin. Em dixwazin zû berdin. Em dixwazin ku serbest li nexweşxaneyê razînin ku em zanibin di bin kontrola doktoran de ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar