Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Temellî: Ev îktîdar îktîdara zilm û şer e

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî beşdarî Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP’a Mêrsînê bû û wiha got: “Li welatê ku edalet lê tune be hiqûqa tecrîdê serdest e. Ji ber ku ev îktîdar, îktîdara bê edaletî, zilm û şer e.”

Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî bi tevlêbûna Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Qesra Sevgî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê lidar xist. HDP’ê bi şîara ‘Em bi hevî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin, em faşîzmê têk bibin’ kongre lidar xist. Parlamenterên HDP’ê, Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce, Nûnerên HDK, SYKP, Partiya Şoreşger, SES,  Cemxaneya Mêrsînê, ESP, TîP, DAD, Komeleya Dersîmiyan, Malên Gel, ÎHD jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Kongreyê bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Ewil Hevserokê HDP’ê yê Mêrsînê Mustafa Işik axaftina vekirinê kir û serkeftin ji rêveberiya nû re xwest.

Di kongreyê de hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî girseyê silav kir û wiha got: “HDP partiya têkoşînê ye. HDP ji bo aştiyek bi rûmet û komara demokratîk tu carî di têkoşînê de gav paşve navêt û navêje. Bi biryar dê bêtir mezin bibe û pêşve biçe. Ne tenê qeyûm, ev îktidar jî dê biçe. Ji ber ku ev îktîdar a bê edaletî, zilm û şer e. Gelê me, jin, ciwan û gel şer naxwaze. Zilmê naxwaze. Gelê me li vî welatî aştiyek bi rûmet dixwaze. Çawa di 31’ê Adarê de me qeyûm şandin, em dê dîsa li gel qeyûman vê îktîdarê jî bişînin. Em tu carî teslîm nabin û gavan paşve navêjin.”

‘Li vî welatê hiqûqa tecrîdê heye’

Di axaftina xwe de Temellî bal kişand ser bêhiqûqiya li Tirkiyeyê û wiha domand: “Em niha bi bêhiqûqiyê re rû bi rû ne. Li vî welatî bê edaletî û bê hiqûqî heye. 21 sal in li vî welatî hiqûqa tecrîdê heye. 5 sal in tecrîda mutlaq heye. Heta ku tecrîd bi dawî nebe li vî welatî pergala hiqûqê nayê avakirin. Yên di tecrîdê de israr dikin welat xistine vî halî.  Niha daraza bi alî û giredayî heye. Aştiya civakî xera dikin û li şûna wê tundiyê pêş dixin. Ji ber vê yekê em bang li hemû kesên li vi welatî dijîn dikin ku li dijî vê zordariyê têbikoşin.”

Pergala hevserokatiyê mînak e

Temellî bal kişand ser siyaseta AKP’ê û got ku siyaseta AKP’ê qediyaye û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê yekê êrîşî pergala hevserokatiyê dike. Pergala hevserokatiyê li Tirkiye û cîhanê mînak e. Ji ber ku pergala hevserokatiyê nûnertiya wekhev e. Azadiya jinê ye. Azadiya civakê ye. Pergala ku vîna jina azad tune dihesibine êrîş dike. Em dê vê pergalê û vê têkoşînê li her derê belav bikin û mezin bikin. Divê em hemû li dijî polîtîkayên AKP’ê yên şer û tundiyê dengê xwe bilind bikin. Divê em kesên li dijî DAIŞ’ê şer kiriye bibînin. Divê em tekoşîna gelê Sûriyeyê yên ji bo aştiyê bibînin. Em mecbûr in Meclisa Sûriyeya Demokratîk bibînin. Ji ber ku çareserî giredayî jiyana hevpar a gelên Sûriyeyê ye. Divê gelên Sûriyeyê bi hevre di nava aştiyê de bijîn.”

Piştî axaftina Temellî raporên xebat û maliyê hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Hevserokên HDP’ê yên Mêrsînê Bahar Arslan û Mehmet Alîş hatin hilbijartin. MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar