Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li bejahiya Eyn Îsayê şerekê dijwar heye: Şervanan tangek rûxand

Hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî gundê Şergirak ê Eyn Îsayê û rêya M4 a li nêzî Eyn Îsayê kirin. Li ser bersivdayîna şervanan jî li herêmê şerekî giran diqewime û heta niha tangeke dagirkeran ji hêla şervanan ve hatiye teqandin

Êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Hêzên dagirker ên ku rojane agirbesta li herêmê binpê dikin, niha jî êrîşî gundên Eyn Îsayê dikin.

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku hêzên dagirker ên artêşa tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên bi tang û wesayîtên zirxî yên li xeta gundê Şergirakê û rêya M4 a nêzî navçeya Eyn Îsayê didomînin. Li dijî van êrîşan jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersivên tund didin hêzên dagirker.

Hat zanîn ku piştî dewriyeya Rûsya û dewleta tirk a dagirker a li ser rêya M4’ê, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi tang û panzeran êrîşî depoya gundê Şergirakê ya Eyn Îsayê kirin û depo dorpêç kirin. Tangên artêşa tirk a dagirker derketin ser rêya M4 a stratejîk a nêzî navçeyê û depoya gundê Şergirakê. Hat zanîn ku şervanan li vê herêmê tangek rûxand.

Li gorî agahiyan, li derdora navçeya Eyn Îsayê şerekî giran heye. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar